Stenbolê jî got "hukûmet gavê biavêje"
Stenbolê jî got "hukûmet gavê biavêje"
Stenbolê jî got "hukûmet gavê biavêje"
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê, ji ber astengkirina meşa ber bi Taksîmê ve di çarçoveya kampanya "hukûmet gavê biavêje" de bihate lidarxistin, daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel di axaftina xwe li vê derê de bibîr xist ku hukûmet ji navê vê kampanyayê acize û got, "hukûmet aciz e, ji ber gavê neavêje."
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê, di çarçoveya kampanya "hukûmet gavê biavêje" de bi armanca şermezarkirina betalkirina lîsansên weşana ROJ TV, NÛÇE TV û MMC xwest ber bi Taksîmê ve bimeşe, lê li astengiya polîsan rast hat. Girseya gel a li ber Lîseya Galatasarayê li hev kom bû, ji ber astengiya polîsan li kolana Îstîkalalê çalakiya rûniştê pêk anî.
Di dema çalakiya rûniştinê de Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd vebûye û got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo yekitî û aramiya gelên li ser vê axê dijîn, cara 9. e destê xwe yê aştiyê dirêjd ike. Divê êdî bi vî destî bigirin. Ji ber vê yekê, azadiya Birêz Ocalan bi ser hemû daxwazan e. Tevgera polîtîk a Kurd berpirsyariyên xwe bicih aniye. Niha dor hatiye hukûmetê ku gavan biavêje. Daxwaza perwerdeya zimanê dayikê û statuya gelê Kurd, xetên me yên sor in."
Kolçak, betalkirina lîsansên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC şermezar kir û got, "Welatên ji xwe dibêjin dergûşa şaristaniyê ye, gava mijar dibe Kurd, vediguherin rejîmên dîkta û ev yek me dixe nava fikaran. Em bang li hukûmeta Danîmarkayê dikin ku ji vê biryara xwe vegere û ji gelê Kurd lêborînê bixwaze."
'DIVÊ MECLÎS JI BO ÇARESERIYÊ BIXEBITE'
Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel li çalakiyê peyivî û diyar kir ku divê êdî hukûmet li şûna xwe ne sekine û gavan biavêje. Tuzel got, "Li Licê bi kuştina Medenî Yildirim bi guleya leşkeran, li Stenbol, Îzmîr û Enqerê bi destwerdanên polîsan ên bi gazê, demokrasî nayê Tirkiyê." Tuzel da xuyakirin ku divê Meclîs vê havînê nekeve betlaneyê û bixebite û got, "Eger ev qonaxa duyemîn a Birêz Ocalan behsê dike ji çareseriya demokratîk û qanûnî pêk tê, hingî divê meclîs neyê girtin û ji bo vê bixebite. Lazime hukûmet van bibihîze, serê xwe rake û van bibîne. Em êdî li vî welatî zordariyê naxwazin."
'HUKÛMET JI VÎ NAVÎ ACIZ E'
Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel jî da xuyakirin ku ev meheke hemû gelên li vî welatî li Taksîmê li ber xwe didin û di encama vê berxwedanê de Parka Gezî hatiye qezençkirin.
Tûncel bibîr xist ku Navenda Giştî ya BDP'ê kampanya "hukûmet gavê biavêje" daye destpêkirin, lê hukûmet ji vî navê kampanyayê aciz e û got, "Hukûmet ji vê dirûşmê aciz e, ji ber gavê neavêje. Li her deverê, ji bo astengiyê derxîne pêşiya vê kampanyayê, çi ji dest tê dike. Ji bo rawestandina şerê 30 salan, divê hukûmet ji vî navî aciz nebe, gavan biavêje."
Piştî daxuyaniyê girseya gel bi dirûşman ber bi Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Beyoglûyê ve meşiya û li vir dawî li çalakiya xwe anî.