'Şoreş cuda, cîhad cuda ye'
'Şoreş cuda, cîhad cuda ye'
'Şoreş cuda, cîhad cuda ye'
Îxtiyarên Kobanê yên zarokên wan şer dikin û xaka xwe terk nekirin, diyar kirin ku kesên Kurdistan dagir kirine niha jî DAIŞ’ek afirandine û gotin, “Dixwazin Kobanê bixînin, lê hesabê wan şaş e. Ji ber Kobanê nakeve.”
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê ket roja 80’î. Tevî êrîşên bi çekên giran jî Kobaniyan zarokên xwe yên li hember çeteyan şer dikin, bernedan û li pişt eniyê alîkariyê didin wan. Kobaniyên ku her cure rîsk dane ber çavên xwe û Kobanê terk nekirin, bang li kesên ku ji Kobanê çûne kirin ku vegerin xaka xwe.
Osman ê ji gundê Tepê Zagros ê Kobanê ji ber êrîşên çeteyan ku du mehan herêma Til Şeîr ma, hat navenda Kobanê got ku rewşa wan baş e. Osman wiha axivî: "Em heta niha serkeftî ne. Em ê bi ser kevin. Êrîşa li hember deriyê sînor ji aliyê kê ve hat kirin diyar e. Wesayît ji aliyê Tirkiyeyê ve ji cem Erdogan hat. Di derî re derbas bû û teqîn pêk hat.
'EGER TIRKIYE DESTÛR NEDE WÊ JI KU DERÊ BÊN...'
Faruk ê ji gundê Cîbnê yê Kobanê jî têkildarî êrîşa 29’ê Cotmehê di wê nêrînê de ye ku Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ anîne. Farûk got,"Wan rê da. Eger Tirkiye destûr nede wê ji ku derê bên. Ev nêzî 3 meh in em ji gund derketine. Ji ber me nexwest em dest ji xaka xwe berdin em neçûn Bakur.”
'ŞOREŞ CUDA CÎHAD CUDA YE'
Berkel ê ji gundê Hecî Îsmaîl jî diyar kir ku Kobanî şer dikin û ti tirsa wan ji kesekî nîne û got, "Helbet zehmetiyên şer hene. Nan, av û sotemenî jî, di her tiştî de zehmetî hene. Kêmasî çêdibin.”
Berkel got ku kesên Kurdistan dagir kirin niha jî ji xwe re DAIŞ’ek afirandine û got, “Lê hesabê wan şaş e. Ji ber Kobanê nakeve. Ew dewlet dixwazin bi destê DAIŞ Kurdan di jenosîdekê re derbas bikin. Dixwazin navê Kobanê bikin Eyn el Ereb an jî Eyn el Îslam. Yanî dixwazin navê Kurdistanê biguherin. Lê hesabê wan şaş e. Dema li Sûriyeyê şoreş çêbû Tirkiye destê xwe avêtiyê. Artêşa Azad a Sûriyeyê ji rê derxist. Niha jî li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne. Nehiştin şoreşa Sûriyeyê bigihêje armanca xwe. Şoreş veguherandin cîhadê. Şoreş cuda, cîhad cuda ye. Li holê şoreş nema.”


