Siyasetmedarên Kurd girtina deriyê sînor rexne kirin
Siyasetmedarên Kurd girtina deriyê sînor rexne kirin
Siyasetmedarên Kurd girtina deriyê sînor rexne kirin
Li bajarê Tirbespiyê siyasetmedarên Kurd girtina sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de şermezar kirin û nerazîbûna xwe ya bicih kirina pêşmergeyan li ser sînor nîşan dan.
Di derbarê ravekirina bûyerê û girtina sînor li hember gelê Rojavayê Kurdistanê de, endamê Partiya Demokratiya Kurd Beşê Neredîn Îbo Ebas Hisên nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku, qonaxa ku Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe pêdivî bi yekbûn, piştgirî û alîkarî ji hemû aliyan ve heye. Hisên got ku, girtina sînor di rûyê birayên xwe de kiryareke nebaşe û bi taybet di vê qonaxa hesas de, ji ber ku pêdiviyên jiyanî yên gelê Rojava hene.
Hisên bal kişand ser hewldanên hin aliyan bi riya çapemeniyê re ku kar xebata birayên xwe reş bikin û ji bo tevlîheviyekê di nav Kurdan bi xwe re derbixe. Hisên got ku, ev kiryar cihê nerazîbûnê ye û pêwîste kesên dixwazin tevlîheviyê li herêmên Kurdan derbixin lêpirsîn li wan werin kirin û wiha axivî: “Dijminên Kurdan gihiştin ber xeta agir û hin dixwazin tevlîheviyê çêbikin û nehêlin gelê Kurd tu sûdê werbigirin.
Di derbarê nêrîna Partiya Pêşverû ya Demokrata Kurd li bajarê Tirbespiyê , endamê koordînasyonê di partî de mamoste Kurdî Zeydîn axivî û got: “Bişavtin û nirxandina binçavkirina koma hatiye binçavkirin, em dikarin di navbera xwe, partiyan an jî herdu Meclîsan de çareser bikin.” Zeydîn wiha berdewam kir: “Binçavkirina wê komê derfetê nade aliyê din ku, deriyê sînor di rûyê gelê Rojava de bigire. Her wiha derftê nade ku, Pêşmergan li ser sînor belav bike.” Zeydîn dest nîşan kir û got: “Gelek caran di hevdîtinên me bi serokatiya herêma Başûr re got pirsgirêkên Kurdên Rojava li Hewlêrê çareser nabe û divê biryara Kurdên Rojava ji Rojava derkeve û li Qamişlo were birêvebirin ne li derve.”
Di derbarê kar û barên leşkerî de û rola komîteya pispor ya Desteya Bilind a Kurd Zeydîn wiha got: “Me hemûyan ji herdu Meclîsan Desteya Bilind a Kurd ava kir û di derbarê hêza leşkerî me li hev kir biryar da ku, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tenê hêza leşkerî, rewa û netewî ji bo parastina gelê Rojavayê Kurdistanê hate hilbijartin. Her wiha ji bo navê wê û ala wê jî me li hev kir. YPG’ê li gel hêzê Asayîşê di bin biryarên Desteya Bilind a Kurd de dixebite.” Zeydîn sekretêrê partiya “Partî” Ebdulhekîm Beşar û kesên li dora wî rexne kirin û got ku, helwesta wî “dijberî heve” û wiha axivî: “Li ser hevpeymana Hewlêrê bi vîna xwe û bi beşdariya serokatiya herêma başûr û piştre derdikeve û di çapemeniya Ereban û Başûr de hevpeymanê binpê dike.”
Zeydîn peyamek ji kesên ku dixwazin Yekîneyên Parastina wan reş bikin şand û tê de got: “Hûn li ku derê bûn dema wan bi xwîna xwe Serêkaniyê, Tiltemir, Efrîn û Eşrefiyê parastin û piraniya Rojavayê Kurdistanê ji rejîma Baas rizgar kirin.”
Ji aliyekî din ve birêvebirê Partiya Yekîtiya Demokratîk li bajarê Tirbespiyê Silêman Bedir di derbarê helwesta Hilûmeta Başûr de diyar kir û got: “Me hêvî dikir ku Hikûmeta Başûr bi yek mesafetê li hemû partiyan binêre û ji bo yekbûna wan tevbigere û ne li aliyê partiyekî tenê be. Ev tişt nakeve berjewendiya gelê Kurd.”