Siyasetmedar û hiqûqnasên Serêkaniyê girtina sînor şermezar kirin
Siyasetmedar û hiqûqnasên Serêkaniyê girtina sînor şermezar kirin
Siyasetmedar û hiqûqnasên Serêkaniyê girtina sînor şermezar kirin
Siyasetmedar û hiqûanasên Serêkaniyê girtina deriyê sînor û belavbûna Pêşmergeyan li seranserî sînor şermezar dikin û hêzên Asayişa Rojava ku bi erka xwe ya parastinê rabû spas kirin. Siyasetmedar û hiqûanasên Serêkaniyê bang li rayedarên Başûr kirin ku ji gava xwe ya neyînî vegerin û li gorî berjewendiyên kurdî tevbigerin.
Endamê Rêxistina Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên Îsa girtina deriyê sînor ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve şermezar kir û da zanîn ku girtina deriyê sînor nakeve berjewendiya yekîtiya gelê kurd. Îsa, da zanîn ku helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê nakeve xizmeta yekîtiya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê. Derbarê belavkirina hêzên Pêşmergeyan li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê Îsa wiha got: ᾿̓ Em wek partiya Çep her dem li dijî avakirina 2 hêzên leşkerî li rojava derdikevine. Em hîn bi îsrar bi helwesta xwe ve girêdayî ne û em ê qebûl nekin ku 2 hêzên leşkerî li rojava hebin. Belavbûna hêzên Peşmergeyan ji vê yekê ew e ku hêzek din li rojava derkeve û em li dijî belavbûna hêzên Pêşmergeyan li ser sînor in.᾿̓
Derbarê lêpirsîna hêzên Asayişa Rojava ji koma ku derbasî rojava bûbû. Îsa ev tişt anî ziman: “Ji erka hêzên Asayişê ye ku her kesî kontrol bike û ewlehiya Rojava biparêze û bitaybet kesên ku bi awayekî nefermî derbasî Rojava dibin. Ji ber vê tiştê herî baş kiriye Asayişa Rojava ku ev kom kontrol kirine û em bi hemû hêza xwe pişgirtiyê didin hêzên Asayişê ku ewlehiya herêmên me diparêze.᾿̓
Ji aliyeke din Serokê Meclîsa Sivîl a ENKS᾿ê li Serêkaniyê Mihemed Salih Etiya jî derbarê mijarê de ev tişt got:᾿̓Girtina deriyê sînor di vê dema de ku gelê Rojava di rewşên jiyanî yên dijwar de ye ziyanê di asta yekem de dighîne gelê herêmê. Pêwîst e, Hikûmeta Herêmê ji gava ya girtina deriyê sînor vegere. Girtina deriyê sînor ne ji berjewendiyê gelê kurd e, pêwîst bû ku hikûmeta herêmê li çareseriyeke siyasî bigeriya li şûna ku girtina deriyê sînor wek zextê li ser Desteya Bilind a Kurd û gelê Rojava bikartîne.᾿̓
Derbarê belavbûna hêzên Pêşmergeyan li ser sînor Salih wiha got: “Belavbûna Pêşmergeyan li ser sînor riya vekirina şerekî kurdî – kurdî vedike, ji ber vê yekê pêwîst e Hikûmeta Başûr bi hestyarî tevbigere. Her wiha pêwîst bû ev komên ku derbasî Rojava dibin bi agahiya DBK᾿ê û YPG̓᾿ê derbas bibana. Ji ber ku bê agahiya kesî û bi awayekî ne fermî ketin Rojava ji aliyê Asayîşa Rojava hatin lêpirsîn û ev tiştekî asayî ye ku Asayîş bi erka xwe rabe û wan kontorl bike. Asayîşa Rojava bi erka xwe radibe û kes nikare tiştekî ji wan re bibêje.᾿̓
Endama ENKS᾿ê Dilşa Eyo jî da zanîn ku ew ne bi girtina deriyê sînor di vê dema hestyar de û wiha got: “Girtina deriyê sînor di vê demê de nakeve berjewendî û yekîtiya gelê kurd, pêwîst e Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê deriyê sînor veke û gerek herdû aliyên hevpeyma Hewlêrê û bi awayekî piratî li ser were meşandin.᾿̓
Dilşa Eyo, diyar kir ku koma Asayîşê binçav kirin bi awayekî fermî ji rojava derket, pêwîst bû bi awayekî fermî vegeryana Rojava. Me wek her dû meclîs lihev kirine ku em nehêlin 2 hêzên leşkerî li Rojava derkevin. Pêwîst e komîteya pispor were aktîvkirin û hêzêke leşkerî ya yekbûyî di bin navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yan navekî din de kom bibin.᾿̓
Derbarê belavbûna Pêşmergeyan li ser sînor Eyo ev tişt anî ziman: ᾿̓ Di vê qonaxê de gelê me pêdiviya xwe bi yekîtiyê heye û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî di gelek munasebetan de gotiye.᾿̓
Li aliyekî din parêzerên Serêkaniyê jî girtina deriyê sînor şermezar kirin. Parêzerê kurd Hemdan Xelîl da zanîn ku girtina deriyê sînor di vê demê de gaveke şaş e û nekeve berjewendiya gelê kurd.
Xelîl, diyar kir ku Asayîşa Rojava komên ku derbasî Rojava bibin kontrol bikin, bi awayekî qanûnî pêk hatiye û ji maf û erka Asayîşê ye ku her kesî kontrol bike. Xelîl bang li Peşmergeyan kir ku di zûtirîn dem de xwe ji ser sînor bikşînin û deriyê sînor vekin.
Derbarê daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar jî Hemdan Xelîl ev tişt anî ziman: “Daxuyaniya Beşar nakev xizmeta gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û bûyerên dawî ku li herêmê dide nîşandan du xet li Rojava hene yek xeta netewiye û xeta din ya îxanetê ye.᾿̓
Parêzer Etiya Neemet jî diyar kir ku girtina deriyê sînor ziyanê dighîne gelê kurd û nakeve çarçoveya yekîtiya gelê kurd, belavbûna Pêşmergeyên Başûr li ser sînor karekî şerm e. Neemet da zanîn ku YPG᾿ê û hêzên Asayîşê hêzên netewî yên gelê Rojava ne.
Di dawiya axaftina xwe de Neemet got ku ew Asayîşên Rojava spas dike ku bi erka xwe rabûn û komên ku bi awayekî ne rewa derbasî Rojava bûn kontrol kirin.