Şîlan Kobanê û hevalên xwe hatin bibîranîn
Şîlan Kobanê û hevalên xwe hatin bibîranîn
Şîlan Kobanê û hevalên xwe hatin bibîranîn
Bi boneya 10'emîn salvegera şehadeta têkoşera Kurd Şîlan Kobanê û çar hevalên wê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Dêrîkê, semînerek lidar xist û ew bibîr anîn.
Ji bo bîranîn têkoşera Kurd Şîlan Kobanê û her çar hevalên wê Zekeriya, Cemîl, Fûad û Ciwan, ku di rêya azadiya gelan de jiyana xwe dest dan, li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê semînerek hat lidarxistin û bi dehan welatî û nûnerên Partiya Demokratîk a KURD li Sûriye, Heyet El-Tensîq, Rêxistina Aşûrî a Demokratîk û Partiya Yekîtiya Suryanî duh beşdarî semînerê bûn.
Semîner bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê PYD'ê Telet Yûnis, li ser navê Yekîtiya Star Gulîstan Osman û li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Nêrgiz Dêrîk, axivîn.
Di axaftinan de têkoşer Şîlan û hevalên wê yên ku jiyana xwe di têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê de ji dest dane, hatin bibîranîn. Axaftivanan destnîşan kirin ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji destpêka avakirina xwe ve rastî gelek komployan hatiye, lê vê yekê vîna partiyê ya avakirina Sûriyeke demokratîk, pûç nekiriye.
Di semînerê de her wiha fîlmek li ser jiyan û têkoşîna Şîlan Kobanê û hevalên wê, hate pêşandan.
Semîner bi stranên Koma Cûdî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle, bi dawî bû.