Şidandina kemerê û polîtîkayên bacê aborî biçûk kir

Li Yewnanîstanê di 6 salên dawî yên şidandina kemerê û polîtîkayên bacê para di rêveçûna xerab de zêde kiriye.

Li Yewnanîstanê di 6 salên dawî yên şidandina kemerê û polîtîkayên bacê para di rêveçûna xerab de zêde kiriye.

Li gor lêkolînekje Weqfa Hans-Bockler a bi nêzîkatiya xwe ya sendîkaya çepgir a Elmanya DGB ve tê zanîn, polîtîkayên şidandina kemerê li Yewnanîstanê berevajî îdîayan rê li ber biçûkbûneke mezin vekir. Li gor lêkolîna Enstîtuya Lêkolînên Aborî ûKonjonktor ên Makro (IMK) ya girêdayî Weqfê, dahata milî ya Yewnanîstanê ji sala 2007’an ve ji sedî 25 biçûk bû.

POLÎTÎKAYA ŞIDANDINA KEMERÊ ABORÎ BIÇÛK KIR

Li gor lêkolîna ji aliyê  Dr. Sebastian Gechert û Dr. Ansgar Rannenberg hat amadekirin, biçûkbûna aboriya Yewnanîstanê tenê ji krîzê çavkaniya xwe negirtiye, kêmkirina butçeya dewletê xwedî pareke mezin e.

Hat diyarkirin ku kêmkirina mesrefên ji butçeya dewletê bûye sedem ku şîrket jî mesrefên xwe kêm bikin û di piyasayan de rê li ber kêmbûnê vekiriye.

Dîsa li gor lêkolînê kêmkirina bûtçeyê di aliyê pêşketina aboriyê de bûye sedema zêdebûna bacê.