Şervanên YPG’ê behsa kêliyên şer kirin

Şervanên YPG’ê behsa kêliyên şer kirin

Şervanên YPG’ê yên destpêkê bersiv dan êrîşên çeteyên ên ji ser Tirkiyeyê re, behsa kêliyên şer kirin. Şervanan gotin,  “Wê kêliyê fikra me tenê ew bû ku bêyî çeteyên DAIŞ li ser derî hakim bibin em wan paşve bixin.”

Çeteyên DAIŞ duh serê sibehê sînorê Tirkiyeyê bikar anîn û li hember deriyê sînor dest bi êrîşê kirin. Gîvara Reşo yê yek jî şervanê ku destpêkê mudaxeleyî êrîşên DAIŞ kir û Botan Başûrî yê di nav komên destpêkê yên mudaxeleyê de cih girt û Rojhat Efrîn ê di encama teqînê de birîndar bû behsa tiştên rû dan kirin.

'YEKANE XWESTEKA MIN EW BÛ KU DAIŞ’Ê JI AVAHIYA GUMRIKÊ DERXIN'

Gîvara Reşo: Danê sibehê wesayîtek di derî re derbas bû û teqîneke mezin rû da. Wê demê em nêzî derî bûn. Piştî teqînê jî vê carê gule reşandin. Ji avahiya gumrikê û embara genim gulebaran dikirin. Em tavilê ketin nav tevgerê. Bê panîk em ber bi nuqteyê ve çûn. Em ketin heta avahiya gumrikê. Di vê navberê de tenê tişta min hîs kir ev bû ku em zû bigihêjin derî û çeteyên DAIŞ beriya di derî de bicih bibin wan ji wir derxin…  Li vir sing bi sing pevçûn çêbû. Me bi bombeyên xwe yên destan li ber xwe da. Me gelek çete kuştin. Yên man jî ber bi gundên li aliyê Tirkiyeyê ve reviyan. Piştî çeteyên DAIŞ reviyan vê carê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve 2 çeteyên DAIŞ bi peyatî ber bi me ve hatin. Me fêm kir ku wê xwe biteqînin. Dema me gule reşandin berî bigihêjin me xwe teqandin. Heta dawiya xwîna xwe em ê derî biparêzin.

'BI AWAYEKÎ FEDAYÎ ME ÊRÎŞ PAŞVEXISTIN'

Botan Başûrî: Duh dema êrîş pêk hat ez jî yek ji wan kesên ku yekemîn mudaxele kir. Ji deriyê gumrikê zêde gulebaran dikirin. Em bi awayekî bibîr bê panîk ber bi derî ve çûn. Wê demê tenê fikra min parastina deriyê ku stratejîk e û derxistina terorîstên DAIŞ ji wir bû. Wê kêliyê ya me kiriba jî ew bû ku bi awayekî fedayî bigihêjin deriyê sînor û bêbandorkirina çeteyan bû… Em ê Kobanê û her parçeyekî Kurdistanê biparêzin.

'DI BIN ÇAVDÊRIYA LEŞKERÊN TIRK DE DERBAS BÛN'

Rojhat Efrîn: Wesayîtek di serî re ket hundir. Di destpêkê de me got qey wesayîteke dewleta Tirk e û lewma me bersiv neda. Wesayît bi temamî di bin çavdêriya artêşa Tirk re di deriyê sînor re derbas bû. Wesayît di carekê de bilez bû û ber bi me ve hat. Wê demê min fêm kir ku wê teqînek rû bide, lê wext nema û wesayît teqiya. Min dît ku wesayît di bin kontrola dewleta Tirk de di deriyê sînor re derbas bû. Her tişt li ber çavên me çêbû.