Şervanê YPG᾿ê Zagors ku di avê de xeniqî sipartin axê

Şervanê YPG᾿ê Zagors ku di avê de xeniqî sipartin axê

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Beşrî  Mihemed bi nasnav Zagros ku dema di ava Firatê de avjenî dikir xeniqî, bi merasimekê ji aliyê sedan kesî ve hate oxirkirin.

Şervanê YPG᾿ê Beşrî Mihemed bi nasnav Zagros ku dema di ava Firatê de avjenî dikir xeniqî. Cenazeyê şervanê YPG᾿ê Zagors ji aliyê sedan kesî ve bi merasimekê li Goristana Şehîdan a gundê Cibnê  hate definkirin. Merasim li Goristan Şehîdan bi rêzgirtina leşkerî yaTûgaya Şehîd Sadiq Kobanê destpê kir. Piştre Fermandarî YPG᾿ê Nûhelet Mihemed axivî û bal kişand ser şehîdan û rola wan ya serek di azadiya gelen de. Mihemed da zanîn ku, bi saya xwîna Şehîdan û berxwedana wan gelê kurd gihişte qonaxa îor.

Di merasîmê de Endamê Sazaiya Malbatên Şehîdan Osman Simo jî axaivî û diyar kir ku, gelê Kurd bi ked û berxwedana şehîdan gihişte asta jiyana bi rûmet ku îro dijî.

Bavê Şervanê YPG᾿ê Zagors jî di merasimê de axivî û soz da ku, ew dê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bimeşin.

Şervanê YPG᾿ê Beşrî Mihemed binas nav Zagros di sala 1994᾿an de li gundê Cibne hatiye dine û li bajarê Cerablis a Helebê rûdinişt. Di sala 2012᾿an de tevlî nava refên YPG᾿ê bû.