Şervanê YPG'ê Soyal ji aliyê hezaran kesî ve hate definkirin

Şervanê YPG'ê Soyal ji aliyê hezaran kesî ve hate definkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmet Zekî Soyal ê li Kobanê di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da li Nisêbînê ji aliyê hezaran kesî ve hate definkirin. Birayê Soyal, Îdrîs Soyal di merasîma cenaze de diyar kir ku wê her tim serê wan li hemberî kesên ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda dikin bilind be.

Cenazeyê Mehmet Zekî Soyal (Zekî Bagok) ê YPG'î yê li Kobanê di şerê navbera YPG û çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Goristana Şehîdan a Nisêbînê bi beşdariya hezaran kesî ve hate definkirin. Cenazeyê Soyal duh êvarê ji aliyê MEYA-DER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hate wergirtin û ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Cenazeyê Soyal saetên nîvro anîn Nisêbînê û di ketina navçeyê de ji aliyê rêxistinên DBP'ê yên Mêrdîn û navçeyan, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û bi hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Girseya ku cenaze pêşwazî kir dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" "Bijî Serok Apo" "Ey şehîd rêya te rêya me ye" "Ey şehîd xwîna te xwîna me ye" berz kirin.

Cenaze li ser milên welatiyan ve birin mizgefta Kişlayê û li vir piştî wecîbeyên olî birin Goristana Şehîdan û li wir hate definkirin. Li goristanê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û piştre jî Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan axivî diyar kir ku wê berxwedana YPG û YPJ'ê li hemberî ferasata çeteyên DAIŞ'ê û yên kesên piştgiriyê didin wan bi ser bikeve. Soyal wiha axivî: "Birayê min ez qurbana cigareya dawî ya li berîka te derket û cilên te yên pîroz bim. Ti jî wekî yên din ji bo azadiya Kurdistanê şehîd ket. Her tim em ê ser bilind bin. Bila ev yek wisa bê zanîn."

Birayê Soyal, Îdrîs Soyal jî ev tişt anî ziman: "Wekî gelê Nisêbînê hemû bajarên Kurdistanê dadikevin rêyan û şehîdên xwe pêşwazî dikin." Soyal anî ziman ku wê her tim serê wan li hemberî kesên ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda dikin bilind be.

Piştî merasîma cenazeyê Soyal komek ciwan xwestin li cadeya Onderê bimeşin lê polîsan bi bimbeyên gazê êrîş kirin. Di navbera ciwan û polîsan de demeke pevçûn qewimî û polîsan ciwanek binçav kirin.