Şervanê YPG’ê Şoreş jiyana xwe jidest da
Şervanê YPG’ê Şoreş jiyana xwe jidest da
Şervanê YPG’ê Şoreş jiyana xwe jidest da
Şervanê YPG’ê Ebdula Bekir bi nasnav Şoreş ku di êrîşên ser benda kontrolê ya YPG’ê de giran birîndar bibû, jiyana xwe jidest da.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê diyar kir ku, Şervanê wan Şorereş ê ku di êrîşa çekdarên Artêşa Azad ku di 2’ê Gulanê de li ser benda kontrolê ya gundê Xezawiya Efrînê pêk hatibû giran birîndar bibû, tevî hemû hewldanan jî şervanê YPG’ê Şoreş duh êvarê di nexweşxaneyê de jiyana xwe jidest da.
Saziya Malbatên Şehîdan li Efrînê diyar kir ku, dê cenazeyê şervanê YPG’ê Şoreş îro bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq a Gundê Metîna ya Navçeya Şera ya Efrînê were definkirin.
Şervanê YPG’ê Ebdula Bekir bi nas nav Şoreş, li gundê Qurtqulaq a navçeya Şiyê ya Efrînê jidayik bûye.