Şervanê YPG’ê ji aliyê hezaran kesî ve hate defin kirin

Şervanê YPG’ê ji aliyê hezaran kesî ve hate defin kirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Yasir Elî binasnav Orhan ji aliyê hezaran kesî ve hate defin kirin.

Bi hezaran kes li ber mizgefta Selman Farisî ya li Taxa Entiriyê ya Qamişlo ku cenazeyê Orhan lê hatibû bicih kirin. Girseya cenaze ji vir li ser Milan hilgirtin û ber bi goristan Şehîd Sarûxan ve oxirkirin. Welatiyan bê navber siloganên ‘’Şehîd na mirin’’, ‘’Bijî berxwedana YPG’’ qîr kirin.

Li goristanê merasim bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre peyama YPG’ê, Yekîtiya Star, partiya sosyalîst a Kurdistanî û Saziya Malbata Şehîdan hatin xwendin.

Li ser daxwaza şervanê YPG’ê Orhan ku beriya jiyana xwe jidest bide ji hevalên xwe re gotibû, li strana hunermend Xelîl Xemgîn hate guhdarkirin. Di merasîmê de li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk Hediya Yûsif axivî û da zanîn ku, dijminên kurdan bi van êrîşên xwe dixwazin li destkeftiyên gelê Kurd bixin.

Piştî ku merasim bi dawî bû cenazeyê şervanê YPG’ê ji aliyê girseyê hate defin kirin.