Şervana YPJ’ê Şîmşek li Êlihê bi girseyî spartin axê

Şervana YPJ’ê Şîmşek li Êlihê bi girseyî spartin axê

Cenazeyê şervana YPJ’ê Munevver Şîmşek (Arjîn Avaşîn) a ku di 29’ê Mijdarê de li Kobanê di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Asrî ya Êlihê, bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê şervana YPJ’ê Munevver Şîmşek (Arjîn Avaşîn) a ku di 29’ê Mijdarê de li Kobanê di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Asrî ya Êlihê, bi girseyî hate definkirin. Karwanê cenaze di ketina Êlihê de li ber Tesîsên Rawestandinê ya Bardakçilarê bi gotina slogana “Şehît namirin” hate pêşwazî kirin û pişt re karwanê wesayîtan a cenaze ku ji dehan wesayît pêk dihat birin Goristana Asrî. Li ser kolana Bajarokê Giresîra darbesta bi flama rengê kesk, sor û zer xemilandî ji aliyê jinan ve hildan ser milan û bi meşekî anîn goristanê. Di meşê de posterê YPJ’î Şîmşek hatin hildan û girseya ji hezaran pêk dihat bê navber solganên “Şehît namirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan, “YPG-YPJ dimeşe erd û esman diheje” hatin berzkirin.

Meş li ser gora YPJ’î Şîmşek bi dawî bû. Di merasîma cenaze de malbata Şîmşek a ji Stenbolê hatibû, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, hevserokên MEYA-DER’a Êlihê Afiye Savaş, Şukru Baytar, hevseroka DBP’a Êlihê Ayşa Agılgat, hevserokê HDP’a Êlihê Mahmut Çîftçî, rêveberên MEYA-DER, DBP, HDP, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerê saziyên civaka sivîl û bi hezaran kes amade bû. Piştî cenaze spartin axê, dua û fatîha hatin xwendin. Beriya axaftinan ji bo kesê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin.

‘ŞEHÎDA MIN KEÇA HEMÛ KURDISTANÊ YE’

Di merasîmê de ewil dayika YPJ’î Şîmşek Delal Şîmşek axivî û diyar kir ku ew daxwaz dike ku her kes heqê xwe li keça wê helal bike û got ku keça wê şehîda hemû Kurdîstanê yê. Dayik Şîmşek, da zanîn ku wê gelê Kurd bi serkeve.

Hevseroka MEYA-DAR’a Êlihê Afiye Savaş jî ji bo malbat û gelê Kurd sersaxiyê xwest û bal kişand ser piştgiriya AKP’ê ya ku dide çeteyên DAIŞ’ê.

‘KOBANÊ ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ KIR YEK’

Piştî Savaş, Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata jî destnîşan kir ku şoreşa Rojava û Kobanê ji bo Rojhilata Navîn bûye mînakên şoreşan û got ku Kantonên Kobanê, Efrîn û Cizîrê da nîşandan ku di Rojahelata Navîn de biratiya gelan çawa tê jiyandin. Ata, da zanîn ku ev bû 79 roj keç û xortên gelê Kurdîstanê bi qehramanî ji bo tenê ne ji bo azadiya Kobanê ji bo azadiya hemû Kurdîstanê li ber xwe didin û got ku êdî bila herkes baş dizanibe li çar parçeyên Kurdistanê merhaleya yekîtiyê ku ew gihîştine kes nikare wan ji hev perçe bike. Ata, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana hêzên gelê kurd ên ku li Koban û Şengalê li berxwe didin û sersaxî ji malbat û gelê kurd re xwest.

‘KEÇA MİN NE YA EWİL E’

Herî dawî bavê YPJ’î Şîmşek, Mehmet Şîmşek mafê axaftinê hilgirt û diyar kir ku heta azadiya Kurdistanê mijara gotinê be dê keça wî ne şehîda ewil û ne ya dawî be û got ku keça wî cangoriya hemû gelê Kurd e.

Piştî xwendina fatîhayan merasîm bi dawî bû. Dê ji bo YPJ’î Şîmşek ji bo 3 rojan li Mala Şînê ya taxa Petrolkentê serdanên sersaxiyê bên qebulkirin.