Şervana YPJ’ê Leyla Şahîn ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin

Şervana YPJ’ê Leyla Şahîn ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin

Şervana YPJ’ê Leyla Şahîn (Têkoşîn Zîlan) a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li bajaroka Rustemgedîk a girêdayî navçeya Kopê ya Mûşê ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hat oxirkirin.

Şervana YPJ’ê Leyla Şahîn (Têkoşîn Zîlan) a 29’ê Mijdarê di êrîşa çeteyên DAIŞ a ji ser Tirkiyeyê re jiyana xwe ji dest da, li bajaroka Rustemgedîk a navçeya Kopê ya Mûşê ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê Şahîn li Goristana Yenîkoy a Amedê piştî wecîbeyên olî bi karwanekî wesayîtên ber bi Kopê hat rêkirin. Karwanê cenaze li ser rê li bajarokên Qelereş û Lîz ji aliyê bi sedan Kurdistaniyan ve hat pêşwazîkirin.

Cenazeyê Şahîn di ketina Kopê de ji aliyê hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin, welatiyan cenaze danin ser milên xwe û ber bi navenda navçeyê bi dirûşmayan meşiyan.

Cenaze paşê li wesayîta cenaze siwar kirin û bi karwanekî bi sedan wesayîtan ber bi bajaroka Rustemgedîk ve hatin rêkirin. Cenaze di ketina bajarok de ji aliyê sedan Kurdistaniyan ve bi dirûşman hat pêşwazîkirin. Gel cenaze danî ser milê xwe û ber bi mala Şahîn ve meşiyan. Paşê li meydana bajarok merasîmek ji bo cenaze hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê û xwendina “Çerxa Şoreşê”, Nûnerê MEYADER ê Mûş Îrfan Kandemîr axivî. Kandemîr bang li hikûmetê kir û got, “Dijmintiya li hember vî gelî ti fêdeyê nade te. Projên Rêberê Gelê Kurd bigire diqetê. Ji ber rêyeke ku tevayî mirovatî têde azad bijî datîne pêşiya.”

Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar jî got, "Heta Kurdistaneke azad neyê avakirin bi hezaran ciwanên me şehîd jî bibin, wê Kurd dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Bavê şervana YPJ’ê  Cemîl Şahîn djî diyar kir ku keça wî ji bo Kurdistaneke azad jiyana xwe ji dest daye û got, "Keça min şehîda 4 parçeyên Kurdistanê ye. Serê Rêberê Gelê Kurd û hevalên wî yên têkoşînê sax be.” Dayik şervana YPJ’ê Xezal Şahîn jî got ku keça wê timî bi xeyalê Kurdistaneke azad bû û di nav têkoşîna jê hez dikir gihişt şehadetê.

Birayê Şahîn, Yakup Şahîn diyar kir ku roj roja ku yekîtî û têkoşîn were bihêzkirin e.

Piştî axaftinan girseyê tabuta Şahîn a bi kesk û sor û zer hatibû xemilandin, li ser milan û dirûşman birin goristanê. Cenaze bi dirûşman hat veşartin. Piştî defnkirinê ji malbatê re sersaxî hat xwestin.