Di hilbijartinên Serokkomariyê yên Yewnanîstanê de Wezîrê Karên Hundir ê berê yê mûxafazakar Prokopîs Pavlopûlos bi ser ket. Serokkomarê nû bi desteka tifaqa çep a radîkal a li desthilatdariyê Syrîza hat hilbijartin.
Di hilbijatrinên li Parlamenta Yewnanîstanê de, siyasetmedarê mûxafazakar ê desteka Syrîza girt Prokopîs Pavlopûlos ji bo Serokkkomariyê hat hilbijartin. Pavlopûlos di dengdanê de ji 300 parlamenteran dengê 233 ji wan bi dest xist. Hevrikê wî Nîkos Alîvîzatos jî 30 deng wergirt. 32 parlamenteran xwe vegirtin. Pavlopûlos ji bo were hilbijartin pêwîstiya wî bi 180 dengî hebû, lê dengekî zêdeyî vê hejmarê bi dest xist.
Prokopîs Pavlopûlos, di desthilatdariya salên dirêj a Demokrasiya Nû (ND) de, di navbera salên 2004-2009'an de wezîfeya Wezareta Karên Hundir kir. Pavlopûlos ê 64 salî bi saya desteka tifaqa partiyên çep Syrîza û Serokwezîr Aleksîs Tsîpras hat hilbijartin.
Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê navê Komîserê Çandiniyê yê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Dîmîtrîs Avramopûlos derbas dibû. Syrîza bi hilbijartina Avramopûlos re xwest wezîfeya li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya jê vala bibe, bi parlamenterekî Syrîza dagire.
Lê belê Tsîpras, Pavlopûlos ê beşeke girîng a partiyên li parlamentê li ser li hev kirin, tercîh kir. Pavlopûlos wê di 13'ê Adarê de wezîfeyê ji Karolas Papûalîas dewir bigire.