Serokê kampanyaya Trûmp sûcdar hate dîtin

Parêzerê berê yê Serokê DYA'yê Donald Trûmp Mîchael Cohen telîmî FBI bû û bi dozgerên federal ên li New Yorkê re li hev kir.

Wezareta Edaletê ya DYA'yê li mijara pereyên ku ji bo bêdeng bimînin ji jinên bi Trûmp re ketin nava têkiliyê hatin dayin dipirsî. Parêzerê Trûmp Mîchael Cohen jî ji ber vê yekê dihate şopandin. Yek ji sûcdariyên ku Cohen li dadgehê li xwe mikur hat wiha ye: "Li ser daxwaza namzetekî siyasî, ji hin kesan de ji bo li ser hin mijaran bêdeng bimînin pere hatiye dayin û bi vî rengî qanûna hilbijartinê hatiye binpêkirin." Cohen li dadgehê navê namzet eşkere nekir.

Tevî ku navê wî nehate bilêvkirin jî, mikurhatina Cohen ji bo Trûmp pirsgirêkeke gengaz e. Mikurhatina Cohen dibe ku were wê wateyê ku êdî li dijî patronê xwe Donald Trûmp tevdigere.

Nayê zanîn bê parêzer Cohen ji Dozgerê Taybet Robert Mueller re axiviye yan na. Mueller li wan îdîayan dipirse ku tê gotin, Rûsyayê dest li hilbijartinên Serokatiya DYA'yê ya sala 2016'an werdaye. CNN û New York Tîmesê ragihandin ku li gorî lihevkirina bi dozgerên li New Yorkê re, şert e ku Cohen bi rayedarên din ên federal ên mîna Mueller re jî hevkariyê bike. Tê gotin ku ji ber sûcdariyên Cohen lê mikur hatin, herî zêde 5 sal û 3 meh ceza dikarel ê were birîn.

Nûnerekî payebilind ê li Komîteya Îstîxbaratê ya Meclîsa Nûneran ji Reutersê re axivî û mikurhatinên Mueller nirxand. Nûnerê payebilind got, "Ev yek nîşan dide ku Trûmp qanûnên li ser fînansekirina kampanyayê binpê kiriye."

Cohen ku yek ji kesên herî zêde nêzî Trûmp bû, berê gotibû ku ji bo Trûmp ew dikare xwe bide ber fîşekan. Lê belê piştî ku FBI avêt ser mala wî, Cohen ji gotinên xwe vegeriya û diyar kir ku dilsoziy wî ya bi malbatê û welêt, di ser dilsoziya wî ya bi patronê wî yê berê re ye.

Îdîayên li ser nelirêtiya bacê ya kampanya Trûmp a beriya hilbijartinên 2016'an ji aliyê Wezareta Edaletê ya DYA'yê ve tê lêprsîn. Di doza dîrektorê kampanya Trûmp Paûl Manafort de qonaxa jûrî dest pê kir. Hevdîtinên navbera endamên jûriyê qediyan. Manafort bi 18 mijaran tê sûcdarkirin û di 8 ji wan de sûcdar hate dîtin. 5 ji van nelirêtiya li bacê, yek jî eşkerekirina hesabên li bankayên biyanî ye. Endamên jûriyê li ser 10 sûcdariyên din li hev nekirin.