Şerê li Ûkraynayê bandoreke giran li aboriyê kir
Li Ûkraynayê ku ji ber krîza siyasî ya navxweyî ya di Mijdara 2013'an de destpê kir hat qonaxa parçebûnê, vî şerî bandoreke giran li aboriyê kir.
Li Ûkraynayê ku ji ber krîza siyasî ya navxweyî ya di Mijdara 2013'an de destpê kir hat qonaxa parçebûnê, vî şerî bandoreke giran li aboriyê kir.
Li Ûkraynayê ku ji ber krîza siyasî ya navxweyî ya di Mijdara 2013'an de destpê kir hat qonaxa parçebûnê, vî şerî bandoreke giran li aboriyê kir. Li gelek herêmên welêt hilberîn li ber rawestînê ye, dahata neteweyî ya serê şexis, bi qasî nîvî kêm bû.
Aboriya Ûkraynayê ku di çaryeka dawî ya sala 2014'an de bi rêjeya ji sedî 14,8 biçûk bû, tê texmînkirin ku îsal jbi qasî rêjeya ji sedî 8,5 kêm bibe. Li welatê ji nifûsa 45 mîlyonî, aborî herî dawî di sala 2011'an de mezin bûbû.
Şerê navxweyî yê li Ûkraynayê giran bûye, hilberîn anî ber radeya rawestandinê. Li Donetskê hilberîna pîşesaziyê ji sedî 50, li Lûhanskê jî jis edî 87 kêm bû.
Ji ber têkiliyên aloz ên bi Rûsyayê re, bazirganiya her du aliyan zerareke cidî dît. Di sala dawî de bazirganiya navbera her du welatan ji sedî 35 kêm bû.
Li Ûkraynayê ku gaza Rûsyayê di ser re derbas dibû, dewletê gaza xwezayî bi erzanî dida gel û bi qasî 10 mîlyar dolar ê vê yekê jî ji budç.eya dewletê dihat dayîn. Ev yek ji sedî 6 ê aboriya welêt bû.
Kêmbûna qîmetê pereyê welêt jî, bandoreke giran li gel kir. Tê payîn ku di dawiya vê salê de enflasyon bigihêje rêjeya ji sedî 42'an.
Ji ber bandora şerê navxweyî li aboriyê, dahata neteweyî ya serê şexis bi qasî nîvî kêm bû. Li Ûkraynayê dahata neteweyî ya serê şexis daket 2 hezar dolarî. Li welatê cîran Belarûsê ev yek 8 hezar dolar e.