Şerê çar salan Sûriye di nav tariyê de hişt

Di şer û pevçûnên 4 salan ên li Sûriyeyê, nêzî 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Bîlançoya şer ne tenê ev e.

Di şer û pevçûnên 4 salan ên li Sûriyeyê nêzî 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Bîlançoya şer ne tenê ev e.  

Mirin, bi mîlyonan koç, birçîbûn, xizanî, bêkarî aliyê herî giran ê karesatê ye. Li aliyê din, bajar û gundên hatine xerakirin, binesaziya hatiye tinekirin heye. Beşeke mezin a welêt di nav tariyê de ye.

Li gor daneyên lêkolînerên Zanîngeha Wûhan a Çînê ku ji dîmenên peykê girtine, ji Adara 2011’an heta niha li Sûriyeya ji asîman tê xuyakirin elektrîk ji sedî 83 kêm bû.

Lêkolîna 12’ê Adarê hat weşandin, bi kolektîfa "#withSyria" a 130 rêxistinên mirovî û parêzvanên mafê mirovan di bin banê xwe de digire re bi awayekî hevpar pêk hat.

Roniyên li bajarê Helebê ku rastî bombardûmana zêde ya rejîma hat ji sedî 97 vemirîn, li Idlib ji sedî 96 vemirîn. Li herêma reqqa a di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ ên dijminê mirovatiyê, ji sedî 96 bê elektrîk e.