Serdana konê çareseriyê yê Dêrsimê
Serdana konê çareseriyê yê Dêrsimê
Serdana konê çareseriyê yê Dêrsimê
Dayîkên Aştiyê yên Îzmîr û Amedê "Konê Çareserî û Rizgariya Demokratîk" ê li Dêrsîmê hate vedan ziyaret kirin.
Dayîkên Aştiyê yên Îzmîr û Amedê, TUHAD-FED, MEYA-DER û xebatkarê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê "Konê Çarserî û Rizgariya Demokratîk" ê li Qda Seyîd Riza hate vedan ziyaret kirin. Koma bi sloganan hate qadê ji aliyê Dayîkên Aştiyê û gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. Li ser navê komê Endama Dayîka Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin axivî û diyar kir ku ew li dijî çêkirina qereqolan in û wiha got: "Em naxwazin di vê pêvajoyê de li çiyayên me qereqol bên çêkirin. Em li şûna van qereqolan gulan dixwazin. Divê me ji bo aştiyê bêtir serî hilbidin. Hêza me ya ji vî welatî re aştiyê pêk bîne heye. Em dê ji bo zarokên xwe her tiştî bikin. Em teqez hêviya xwe winda nakin. Em ji tu kesî aştiyê naxwazin. Heke aştiyek pêk bê dê bi gelê kurd bê vî welatî. Baweriya me bi Birêz Ocalan û gerîlayan heye."
Endama TUHAD-FED'ê Fîkriye Tanrikulu jî wiha got: "Baweriya me bi serokê, gel û tevgera me heye. Em di vê pêvajoyê de baweriyê bi dewletê naynin. Dewlet pêvajoya vekişandinê ji xwe re fersend dibîne. Dest bi çêkirina qereqolan kir û pergala cerdevaniyê pêşxistin. Heke dewlet samîmî ba divê dewletê leşker ji çiyayan anîban xwarê. Em dê heta dawiyê aştiyê biqêrin."
Piştî axaftinan Hûnermend Diyar bi stranan demên xwe bi dayîkan û welatiyên li wir dan jiyîn. Dayîkên Aştiyê yên Îzmîr û Amedê dê 3 rojan li kon nobetê bigirin.