Şêniyên Qendîlê banga diyalogê li Îranê kirin
Şêniyên Qendîlê banga diyalogê li Îranê kirin
Şêniyên Qendîlê banga diyalogê li Îranê kirin
Şêniyên binarê Qendîlê, bi pêşengiya rîspiyan civînek nirxandina rewşa siyasî ya li herêmê lidar xistin. Di civînê de li gel Şaredarê binarê Qendîlê nûnerên 29 gundên derdorê û endamên meclîsa şaredariyê amade bûn.
Di civînê de bi berfirehî li ser rewşa siyasî ya herêmê hate rawestîn, bi taybet pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Her weha vekişîna gerîlayan ji Bakurê Kurdistanê jî hat nirxandin. Di civînê de li hemberî amadekariyên şer ên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Qendîlê, nerazîbûn hat nîşandan.
Li ser navê dîwanê Aledîn Mele Silêman axivî û got; “ ev demeke dirêje ev herêm bi şer re rû bi rû dimîne. Lê bi peyama Rêber APO re, ku di Newrozê de hatiye dayîn, her weha bi vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê re, li herêmê aramî pêk hatiye. Lê belê li gorî agahiyên ku tên koma Îranê careke din amedekariyên xwe dike ji bo êrîşê bibe ser binarê Qendîlê. Ger careke din di vê herêmê de şer destpê bike, ev tê wateya ku wê careke din gelê kurd koçber bibe. Ji ber vê em dixwazin ku careke din li vê herêmê şer pêk neyê û weke salên derbasbûyî PAJK, PKK û Komara Îranê bi hev re şer nekin. Di cihê zimanê şer de divê zimanê nîqaş û giftigo têkeve dewrê. Ji ber êdî gelê herêmê ji şer bêzar bûye û ev nêzî 22 salin ku di herêmê de şer bê navber berdewam dike, her wiha me bedelên gelek mezin dan, êdî em naxwazin bedelên din bidin."
Di civînê de gelek nûner û niştecihên gundên binarê Qendîlê jî di vê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û di encama nîqaşan de hate gotin ku; “ em ji hemû aliyên peywendîdar dixwazin ku careke din di herêmê de şer neyê dest pêkirin. Her wiha divê di vê mijarê de hukûmeta herêmê jî xwe berpirsyar bibînin ji ber ev pirsgirêke ne tenê ya PAJK, HRK, PKK û HPG’ ê ye, di heman demê de rayedarên başûr jî di ber vê yekê de berpirsyarin. Ji ber li gorî peymana Cezair ev xak ji komara Îranê re hatiye dayîn. Lê em weke gelê kurd sînorên welatê xwe baş nas dikin û em baş dizanin ku Qendîl axa Kurdistanê ye. Ji lewma jî em weke gelê binarê Qendîlê qebûl nakin ku ev warê me careke din were wêrankirin. Û em dixwazin ku hemû alî rûnin û vê pirsgirêkê bi riyên aştiyane çareser bikin, ji ber di vê şerî de berjewendiya tu kesî nîne. ”
Di civînê de hemû kesên ku amadebûn bi yek deng û bi hildana destên xwe gotin em şer naxwazin, em ji şer nefret dikin û bila dawî li şer were.
Di encama civînê de daxwaznameyek ji herdu aliyan re hate nivîsandin û di vê daxwaznameyê de jî wiha hate gotin; “ ji bo birêz rêveberiya Koma Civakên Kurdistan KCK û komara îslamî Îran re Silav û rêzên gelê binarê Qendîlê ji we re hene, em weke niştecihê gundên binarê Qendîl, daxwez dikin ku hûn ji gundê Sunê heyanî Hecî Umran parastina jiyana niştecihê vê herêmê bikin û hûn di herêmê de aştiyê pêk bînin. Di sînor û herêmê de ne bi zimanê şer, nexweşî û wêrandikirinê, lê hûn zimanê giftigo, bi hev re jiyankirin û fêm kirinê bi kar bînin. Ji ber em hemû bi hev re nefret ji şer û nerihetiyê dikin. Şad û bextewer bin.
Li ser vê bingehî hemû nûnerên niştecihên binarê Qendîlê îmzeyên xwe avêtin bin vê daxwaznameyê.”