Senarîstê fîlmên bi xelat Onder Çakar li Kobanê birîndar bû
Senarîstê fîlmên bi xelat Onder Çakar li Kobanê birîndar bû
Senarîstê fîlmên bi xelat Onder Çakar li Kobanê birîndar bû
Onder Çakar ê senarîstê fîlmê “Gemî” û “Takva” yên xwedî xelat in, ku demeke dirêj e ji bo piştevaniya bi Kobanê re li gundê Mehser di nav berxwedana Kobanê de cih digire, li Kobanê birîndar bû.
Li Kobanê ye ku sembola hêvî û azadiyê ye berxwedan 79 roj in, bê navber didome. Ji bo piştgiriyê jî ji her beşa civakê mirov ji bo berxwedanê diherikin sînor. Onder Çakar ê senarîstê xwedî fîlmên bi xelat e û ku demeke dirêj e ji bo piştevaniya bi Kobanê re li gundê Mehser di nav berxwedana Kobanê de cih digire, dema xwest derbasî Kobanê bibe li sînor birîndar bû. Yekemîn tedawiya Çakar ku li Kobanê hat kirin, paşê derbasî Pirsûsê hat kirin û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle hat kirin li wir tedawiya wî didome.
PIRTÛKXANEYA BERXWEDANÊ VEKIRIBÛ
Çakar ji roja destpêkê ya berxwedanê ve piştgiriyê dide Kobanê û li gundê Mehserê tevlî berxwedana nobetê ya li gundê Mehserê bû. Li Mehserê bi awayekî çalak tevgeriya û li wir pirtûkxaneya yekemîn a nobetê vekir.
Çakar der barê pirtûkxaneyê de ji çapemenyê re ragihandibû ew li mizgeftê dimînin û ev tişt anîbû ziman: "Me dît ku dem dirêj dibe û li mizgeftê derfeta nivîsandinê tune ye. Em jî li gorî pîvanên komunê ketin nava liv û tevgerê. Ji bo em dema xwe ya vala tijî derbas bikin hewceyiya me bi cihekî xwendin û nivîsandinê hebû."
Her wiha Çakar ji afîş û dowîzên ku ji çalakiyên piştgiriya berxwedana Kobanê pêk dihat kom kir û li gund cara ewilî pêşangeha kuçeyê ya bi navê "Gundên berxwedêr" vekiribû.