‘Şehîdên me bi xwîna xwe dîrok ji nû ve dan nivisandin’
‘Şehîdên me bi xwîna xwe dîrok ji nû ve dan nivisandin’
‘Şehîdên me bi xwîna xwe dîrok ji nû ve dan nivisandin’
Komîteya Malbatên Şehîdan ya KCK’ê bi boneya roja şehîdan daxuyaniyekî nivîskî da û hemû şehîdên şoreşa azadiya gelê Kurd bibîr anî. Komîteyê di daxuyaniya dayî de got: “Şehîd di tarîtiya koletiyê de meşala azadiyê ye.” Herwiha da zanîn ku, pêwîste weke erkekî exlaqî û wijdanî em xwedî li şehîdan derkevin û ala wan bilind bikin.
Komîteya malbatên şehîdan ya KCK’ê, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku, şehîdên şoreşa kurdistanê bi xwîna xwe jiyan ji nû ve biwate kirin û wiha got: “Bi boneya meha şehîdên Gulanê û roja Şehîdan 18 Gulanê, bi hêviya ku di vê pêvajoya giring de rêya me ronî bikin, em hemû şehîdên şoreşê birêz bibirtînin û bejna xwe li ber wan de di tewênin. Wekî erkekî exlaqî û wijdanî, pêwîste em her roj wekî roja şehîdan himbêz bikin û bi nûkirina bîranînên wan di giyan û hizra xwe de, em her kesî vedixwînin bilindkirina ala şehîdan û xwedî derketina li şopa wan.
ŞEHÎD DI TARÎTIYA KOLETIYÊ DE MEŞALA AZADIYÊ YE
Komîteya Malbatên Şehîdan ya KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de balê dikişîne li ser girîngiya şehîdan ya ji bo gelan û wiha pêde çû: “Şehîd jiyane, lêgerîna jiyana bêdawî di mirinê de ye. Şehîd dema ku jiyan bêwate dibe hêza ji nû ve bi wate kirina jiyanê ye. Di taritiya koletiyê de meşala azadiyê ye. Jiber ku em gelekî bê dîrok bûn, şehîdên me bi xwîna xwe li ser çiyayên Kurdistanê dîroka me dan nivîsandin. Li welatê me hertim zivistan bû şehîdan bi xwîna xwe gul avdan û bihar anîn.”
‘PKK PARTIYA ŞEHÎDANE’
Komîteyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku, “Di tevgera azadiya gelê Kurd de rolê pêşengtî û afirênkariya şehîdan hîn baştir tê berçav. Rêber Apo bi gotina ‘PKK partiya şehîdane’ cihê şehîdan û giringiya wan ya di avabun û pêşketina tevgera azadiyê de bi awayek herî baş vegotin kiriye. Jiber ku avakirina PKK’ê jî di nav de hemû pêngavên girîng di pêşngtiya şehîdan de û wekî xwedîderketina li biranînên wan hatine avêtin. Tevgera me ya ku her şehadetekê dizivirîne ji nû ve xwe avakirinê, di dîroka gelê Kurd de rûpelek nû yê berxwedan û tekoşînê vekiriye. Ev rastiya PKK’ê hêzek wisa avakiriye ku di kare li beramberî hemû hêzên dagirker û xayîn li berxwe bide û her roja diçe tekoşîna mafdar ya gelê Kurd di astek hîn bilind tir de bimeşîne.”
‘GULAN MEHA ŞEHÎDANE’
Komîte radigihîne ku pêwiste gel li gorî cewherê rojê tevbigere û daxuyaniya wiha dom kir, “Gulan meha şehîdane. Wekî gel û rêxistin ji bo em vê mehê ligor cewherê wê pêşwazî bikin pêwîste em ji xwe pirs bikin gelo çiqas em li biranînên şehîdan xwedî derketine û me daxwazên wan bicih aniye. Jiber ku biranîna herî biwate ya meh û roja şehîdan şopandina doza wan û pêkanîna wesiyeta wane.”
EM DI PÊVAJOYEK NAZIK Û PIR GIRÎNG RE DERBAZ DIBIN
Komîte destnişan dike ku “Pêvajoyek nazik û pir girîng re derbaz dibin. Ev pêngava ji aliyê Rêber Apo ve hatî derstpêkirin ji bo bi serkeftî encam bigire, ji her demî zêdetir zindîkirina bîranînên şehîdan û xwedîderketina li rêça wan li ser me ferz dike. Pêvajoya “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” herî zêde di çarçovê daxwaza şehîdan ya avakirina jiyanek nû de derdikeve pêşiya me. Fêmkirina ruhê vê pêvajoyê û ligor vê li her qadê bilindkirina ala tekoşînê bîrnanîna herî biwate ya roja şehîdên me yên qehremane. Şehîd ruh û hêza serkeftinêne. Biqasî em li bîranînên wan xwedîderkevin serkeftina tekoşîna me ya azadiyê ewqas misoger dibe. Bi heman awayî çiqas em di tekoşîna azadiyê de destkeftiyan bi dest bêxin em ewqas li bîranînên şehîdan xwedî derdikevîn.
Komîteya Malbatên Şehîdan a KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gel dike ku xwedî li nirxên xwe û biranîn û doza şehîdan derbikevin û wiha dawî li daxuyaniya xwe tîne; “Bi hêza ku em ji meh û roja şehîdan digirin, pêwîste em li her qadê tekoşîna azadiya Rêber Apo û avakirina jiyana azad bilind bikin. Dîsa bi boneya meh û roja şehîdan em hemû şehîdên xweyên qehreman birêz bibirtînin, bejna xwe li ber wan di tewênin û soz didin ku em dê ta serkeftinê bi hemû hêza xwe li ser rêça wan bi meşin.”