"Şehîdên Gulanê" tên bîranîn

"Şehîdên Gulanê" tên bîranîn

Li Şirnex, Êlih, Amedê û Îzmîrê, gerîlayên Kurd ên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Di bîranîna li Zanîngeha Îzmire de xwendekarên xwestin meşê pêk bînin rastî astengiya Dekan hatin. 

Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê, bi armanca bîranînê bi awayekî girseyî çû serdana gorên gerîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan. Beriya serdanê, li gel Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, endama Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Rabîa Takas, endamên Meclîsa Jinan a BDP'ê Necla Nêrgiz, Hande Kaya, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar, rêveberên BDP'ê yên bajêr bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya bajêr li hev kom bûn. Girseya gel ji vê derê ber bi Goristana Şehîdan a li Taxa Dîcleyê meşiya. Li goristanê, ji bo gerîlayên jiyana xwe ji dest dane dûa hatin xwendin û deqeyek rêz hat girtin.

Dûre Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata li vê derê axivî û destnîşan kir, ku gelê Kurd bi saya têkoşîna van cangoriyan hatiye qonaxa îro û got, "Eger em îro jiyaneke bi rûmet dijîn, ev bi saya şehîdên me ye. Kurd wê ti carî şehîdên xwe ji bîr nekin. Gelê Kurd wê heta azadiyê li nirxên xwe xwedî derkeve."

ÊLIH 

Li navçeya Kozluka Êlihê jî bi heman armancê di pêşengyia Rêxistina BDP'ê de endamên PKK'ê yên di sala 1993'an de li gundê Baştirma Jorîn di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîr anîn. Di sala 1993'an de cenazeyên 11 endamên PKK'ê li Ziyareta Şêx Mahmutê bi komî hatibûn definkirin. Serokê BDP'a Kozlukê Mehmet Altan, diyar kir ku hemû destkeftiyên wan bi şehîdên wan ve girêdayî ye. Piştî axaftinê komê siloganên "Şehîd namirin" berz kirin.

Heyeta BDP'ê piştre li gel welatiyan çûn Turbkeya Şêx Mahmut ziyaret kir. 

AMED 

Li navçeya Liceya Amedê jî Navenda Giştî ya MEYA-DER'ê bernameyek pêk anîn. Bername li Navenda Jinê ya Nujiyan pêk hat. Bernameya ku bi sedan kes beşdar bû bi rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Rêxistina BDP'a Liceyê Harun Erkuş, axaftinek kir û diyar kir ku şehidan nirxê herî mezin tev li têkoşîna wan kiriye. Piştre sînevîzyona ku ji jiyana endamên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane vedibêje hat pêşandan. 

ÎZMÎR

Li Zanîngeha Dokuz Eylulê ya Îzmirê xwendekaran bi boneya PKK'iyên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan bîranîn xwestin meşekê pêk bînin. Xwendekarên ku li Kampusa Buca li hev kom bûn, xwestin bimeşin, lê rastî astengiya Dekan'ê zanîngehê hatin. Xwendekaran di meşê de siloganên "Şehîdên Şoreşê nemir in", "Bijî serok Apo", "Faşîzma 9'ê Îlonê dê çi bibe" berz kirin. Dekanê Fakulteya Zanyarên îdarî û Îktisadî ya Dokuz Eylulê bi henceta xwendekarên firkên dijber hene destûr neda meşê li ser vê yekê xwendekaran daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê xwendekaran Derya Kaya, daxuyanî xwend û meha gulanê bibîr ani.