"Şehîdên Gulanê" li Girkê Legê hatin bîranîn
"Şehîdên Gulanê" li Girkê Legê hatin bîranîn
"Şehîdên Gulanê" li Girkê Legê hatin bîranîn
Li Rojavayê Kurdistanê herêma Girkê Legê , bi armanca bîranîna cangoriyên azadiya gelê Kurd ên di meha Gulanê de jiyana xwe jidest dane civîna gel hate lidarxist.
Li Gundê Dêrina Axê ya herêma Koçerat a Girkê Legê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca bîranîna Şehîdên Gulanê civîna gel lidar xist. Civîn bi beşdariya dehan kesî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê TEV-DEM’ê Hesen Koçer axivî û bal kişand ser berxwedana şehîdan di tekoşîna azadiya gelê kurd de. Koçer, di axaftina xwe de Mazlum Dogan û Kemal Pîr û hemû şehîdên azadiyê bibîranîn. Koçer, şehîdên jin ên wek Zîlan, Şîlan, Bêrîtan her weke din bibîranî û da zanîn ku li ser esasê fikr û felsefeya Ocalan jina kurd li kêleka mêr di hamû qadan de sekiniye.
Di civînê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehdî Seyfeldîn axivî û destnîşan kir ku ew ê heta dawî li ser fikr û xeta şehîdan bimeşin û helbest ji beşdaran re pêşkêş kir.
Di dawiya civînê de stranên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şehîdan hatin pêşkêşkirin.