"Şehîdên Gulanê" li gelemperiya Rojava hatin bîranîn

"Şehîdên Gulanê" li gelemperiya Rojava hatin bîranîn

Li Rojavayê Kurdistanê bi boneya  18’ê Gulanê Roja Şehîdan gelek merasîmên bîranînê hatin lidarxistin, her wiha welatî çûn serdana goristanên şehîdan ên li bajarênên xwe û li Dirbêsiyê û Efrînê navend bi vê munasebetê vebûn.

Bernameya merasîmên bîranînê ku Saziya Malbatên Şehîdan li bajar û navçyên Rojavayê Kurdistanê ji bo bîranîna Şehîdan hatine lidarxistin wiha ne :

QAMIŞLO

Li Qamişlo bi munasebeta 18’ê Gulanê Roja Şehîdan Saziya Malbatên Şehîdan merasîm li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li taxa Enteriyê di bin silogana “Şehîdên Azadiyê, pêşengên avakirina civaka mirovên azad in”  lidar xist. Merasîm bi beşdariya sedan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Qasim axivî û diyar kir ku şehîd roniya riya azadiyê ne, ji ber vê yekê roja Şehîdan roja azadiyê ye. Qasim di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi saya şehîdan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikarin xwe û herêma xwe biparêzin.

Di merasîmê de Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şahoz Hesen axivî û diyar kir ku Roja Şehîdan bandoreke mezin li ser gelê kurd heye û pêwîst e gelê kurd li ser riya “Şehîdan” bimeşin. Hesen bal kişand ser berxwedana gelê kurd ya bi salane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwîst e em li ji aliyê rêxistinî, siyasî û leşkerî ve xwe bi rêxistin bikin û bi riya şehîdan a dîrokî bişopînin. Em îro Şehîdên berxwedana zindan ku ketin girava birçîbûn, di zindanên dijminên gelê kurd de agir beran bedana xwe û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û azadiya gelê kurd ketin nava tekoşînê. Em di berxwedana 40 salî de dikarî di hemû aliyên jiyanê de xwe bikin yek û bandora xwe li hemû Rojhilata Navîn bikin.”

Di merasîmê de peyamên PYD û gelek peyamên din hatin xwendin. Di  merasîmê de belgeyên 17 cangoriyên azadiya tekoşîna gelê Kurdistanê hatin xwendin. Merasîm bi stranên li ser şehîdan û siloganan bidawî bû.

KOBANÊ

Li Kobanê jî bi heman munasebetê Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdariya sedan kesî ji şêniyên Kobanê û gundên derdorê merasîm li ser goraistana Şehîdan a li Gundê Termik lidar xist. Merasîm bi rêxgirtinê destpê kir. Piştre Tugaya Şehîd Sadiq Kobanê rêzgirtina leşkerî pêşkêş kir.

Di merasîmê de Endamê TEV-DEM’ê Îsa Kobanê axivî û diyar kir ku bi hezaran ji ciwanên gelê kurd ji bo azadiya gelê kurd xwîna xwe bi erzanî feda kirine û bingeha xweseriya demokratîk bi keda xwe danîne. Îsa, da zanîn ku gelê kurd dê tu carî şehîdên xwe ji bîr neke.

Li ser navê YPG’ê Selîm Kobanê axivî û bal kişand ser rola YPG’ê ya di parastina herêmên kurdî de û got: “YPG’ê bûye hêzeke bingehîn li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û dê destkeftiyên gel bi hemû hêza xwe biparêzin. Destkeftiyên îro di destê me de bi xwîna şehîdên li Serêkaniyê, Heleb, Efrîn û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê hatine bidest xistin.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Osman Simo axivî û da zanîn ku malbatên Şehîdan heta dawî dê li ser riya şehîdên xwe bimeşin û got: “Em xwîna Şehîdan li hemû gelê kurd pîroz dikin û em soz didin heta dawî li ser riya wan bimeşin û em ê tu carî xwîna wan li erdê nehêlin.”  Endama Yekîtiya Star Zeheya Moro jî axivî û diyar kir ew ê heta dawî riya şehîdan bişopînin û roja Şehîdan li hemû dayikên şehîdan pîroz kirin.

Merasîm bi siloganên li ser şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi dawî bû.

DÊRIK

Li Dêrikê jî wek bajrên din ên Rojavayê Kurdistanê, Roja Şehîdan li ser goristana Şehîd Xebat Dêrik bi beşdariya sedan kesên ji welatiyên Dêrikê û herêma Beravê merasîm hate lidarxistin. Merasîm saet di 14.00’an de bi rêzgirtinê destpê kir.  Yekîneyên Parastina Gel (YPG) merasîma Rêzgirtina leşkerî pêşkêş kir. Merasîm bi axaftina fermandarê YPG’ê yê Dêrikê Çekjîn dom kir. Çekjîn, Roja Şehîdan li hemû Şehîdan pîroz kir û da zanîn ku destkeftiyên gelê kurd bi xwîna şehîdan hatiye bidest xistin.

Di merasîmê de Endamê Saziya Malbata Şehîdan Ehmed Dêrik axivî û diyar kir ku herêm di rewşeke hesas de derbas dibe û Roja Şehîdan li dayikên Şehîdan ên ku ciwanên xwe diyarî şoreşê dikin pîroz kir. Li ser navê Yekîtiya Star Felek Cûdî axivî û Roja Şehîdan li Dayikên Şehîdan pîroz kir û soz da ku ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bimeşin û bi baweriya ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Şehîdên azadiyê dane wan bimeşin. Di dawiya axaftina xwe de Cûdî soz da ku ew heta dawî li ser şopa Bêrîtan û Zîlanê bimeşin.

Endamê TEV-DEM’ê Sibhî Îlyas axivî û bal kişand ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û riya ku bi keda Şehîdan hatiya sazkirin û got: “Gelê Kurd di nava şoreşa Sûriyê de xeta 3’yemîn  girtin û li ser mîrasê şehîdan ê bi salan riya xwe hilbijartine.”

Saziya Malbatên Şehîdan gurzên gulan diyarî şervanên YPG, YPJ û hêzên asayîşê kirin. Her wiha gurzên gulan li 170 malbatên şehîdan hate belavkirin.

Meydana Merasîmê bi al û sembolên kurdî, her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Hatibû xemilandin. Beşdaran bê navber siloganên “Şehîd na mirin” diqîriyan.

Li Herêma Koçerat a Dêrikê jî şêniyên herêmê li ser Çiyayê Qereçox merasîma bîranînê lidar xistin. Merasîm bi Rêzgirtina Leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê hate destpê kirin û piştre li ser navê YPG’ê Meesûm Koçerat axivî û Roja Şehîdan li hemû gelê kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û malbatên şehîdan pîroz kir. Koçerat di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku YPG’ê dê heta dawî li ser şopa şehîdan bimeşe û gelê herêmê bi hemû pêkhatiyên wê biparêze.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Ubêd axivî û xwîna Şehîdan li Rêberê Gelê Kurd Ocalan û YPG û dayikên Şehîdan pîroz kir. Endamê TEV-DEM’ê Milîtan Efrîn axivî û cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. Saziya Malbatên Şehîdan gurzên gulan li şervanên YPG, Asayîş û malbatên Şehîdan hatin belavkirin.

Di merasîmê de Koma Wan stranên derbarê Şehîdan de pêşkêş kir.

EFRÎN

Li Efrîn jî bi heman armancê merasîma bîranînê ji 49 cangoriyên azadiyê ku di meha Gulanê ji salên cuda de di nava tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane hate lidarxistin. Beriya merasîm were lidar xistin welatiyan saet di 07.00’an de berê xwe dan goristanên Şehîd Refîq a li Gundê Metîna û  Goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cindêris, her wiha welatî çûn serdana gorên şehîdan ên li navçeya Raco ya Efrînê.

Saet di 11.00’an de jî bi sedan kes li ber Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê hatin cem hev. Li vir merasîma bîranîna 49 cangoriyên azadiyê yên di nava tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê hate lidar xistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Elûş axivî û bal kişand ser rola şehîdan di azadiya gelê Kurd de û soz da ku ew ê heta dawî li ser riya şehîdan bimeşin. Di dawiya axaftina xwe de Roja Şehîdan li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Gelê Kurd û malbarên Şehîdan pîroz kir.

Li Ser navê TEV-DEM’ê jî Arşem Kurdman axivî û Roja Şehîdan li hemû gelê kurd pîroz kir û  bal kişand ser girîngî û taybetmendiya 18’ê Gulanê di dîroka Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê de ku bi salan bi keda şehîdan dimeşin.

Piştî ku axaftin bi dawî bû belgeyên 49 şehîdnê ku hatin bibîranîn ji aliyê malbatên wan ve ji beşdaran re hate xwendin. Malbatên Şehîdan diyar kirin ku ew ê heta dawî li ser riya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Şehîdên Azadiyê bimeşin.

Di dawiya merasîmê de helbestên li ser şehîdan hatin xwendin.

Li Gundê Xelîl a Navçeya şiyê ya Efrînê bi merasîmekê navenda Şehîd Zehredîn a çalakiyên civakî û Tenduristî hate vekirin. Merasîm bi beşdariya sedan kesî hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Amed Dorşîn axivî û diyar kir ku dijberên kurdan tim hewldidin ku aramiya herêmê binpê bikin. Dorşîn, da zanîn ku ew ê bi hemû hêza xwe li dijî pilanên dijminan derkevin û bang li ciwanan kir ku cihê xwe di nava YPG’ê, Asayiş û Tevgera Ciwanên Şoreşger bigirin. Di dawiya axaftina xwe de Dorşîn da zanîn ku vekirina navenda Şehîd Zehredîn ji berhemên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e.

Deriyê navendê ji aliyê malbata Şehîd Zehredîn ve hate vekirin. Beşdaran bê navber siloganên “Şehîd namirin” diqîriyan.

Di merasîmê de peyama TEV-DEM, Saziya Malbatên Şehîdan hatin xwendin. Di peyaman de vekirina navenda Şehîd Zehredîn li welatiyan hate pîroz kirin. Helbest û stranên derbarê şehîdan hatin gotin.

Navend bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên TEV-DEM, PYD û Tevgera Ciwanên Şoreşger  hatibûn xemilandin.

DIRBÊSIYÊ

Di munasebeta 18’ê Gulanê Roja Şehîdan li Dirbêsiyê navenda Saziya Malbatên Şehîdan hate vekirin. Di merasîma vekirinê de malbatên Şehîdan ji Serêkaniyê, Til Temir û Dirbêsiyê, her wiha bi sedan şêniyên bajêr beşdabûn. Beşdaran posterên  Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Şehîdan hilgirtibûn. Merasîma vekirinê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Mihemed Xetîb, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Ebdilrezaq Serêkaniyê, Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Til Temir Meryem Yûnis axivîn û girêdana xwe bi xwîna Şehîdan re nîşan dan.

Di merasîmê de Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Numan Erebo axivî û destnîşan kir ku bi keda xwîna Şehîdan îro gelê kurd sîstema xwe avakirye û dikare rêveberiya xwe ya xweser saz bike. Erebo, da zanîn ku îro jî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi saya şehîdan û şervanên YPG’ê destkeftiyên xwe bi dest xistiye û diparêze.

Di merasîmê de Helbestvan Ferhad Merdê helbest pêşkêş kirin. Her wiha welatiyên ji malbatên Şehîdan jî helbest hatin pêşkêş kirin. Piştî ku merasîm bi dawî bû bi girseyî tevlî malbatên şehîdan çûn serdana Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li Gundê Berkevirê.

TIRBESIPIYÊ

Bi heman aramcê li Tirbesipiyê jî bi sedan kes çûn serdana gorên şehîdan ên li gundên Dogir. Di nava welatiyan de endamên saziyên TEV-DEM, PDPKS û saziyên din jî hebûn. Welatiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û cangoriyên azadiyê hilgirtibûn. Piştre Girseyê berê xwe dan Goristana Şehîd Nezîr a Gundê Diyarê Felekê. Li vir axaftin hatin kirin. Endamê TEV-DEM’ê Iskender Dêrik axivî û bal kişand ser rola şehîdan di bidestxistina mafên gelê kurd de û got ku bi berxwedana û xwîna şehîdan gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê îro di azadiyê de dijî. Dêrik da zanîn ku ew ê heta dawiyê li ser şopa Şehîdan bimeşin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Abdulrehman Yûsif axivî û Roja Şehîdan li hemû gelê Kurdistanê pîroz kir. Her wiha dayika Mizefer, Selman û Selwa ên ku di nava tekoşina azadiyê Kurdistanê de jiyana xwe ji da ne axivî û got: “Ez wek dayika 3 şehîdan ji her kesî re dibêjim ku em ê ji dû doza xwîna Şehîdên xwe venegerin.”

Îro saet di 16.00’an de navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê dê were vekirin.

HESEKÊ

Li Hesekê jî bi heman armancê merasîm li meydana Şehîdan a li Taxa Miftî bi beşdariya sedan kesî hate lidar xistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de peyamên TEV-DEM, PYD, Saziya Malobatên Şehîdan û Yekîtiya Star hatin xwendin. hemû axaftin di derbarê bîranîna şehîdan de bûn.  Piştî ku merasîm bi dawî bû girseyê berê xwe da Meydana Xeto ya li Taxa Nasra û navê Meydanê guhertin û kirin meydan Şehîd Delîl Cûdî ku li wê meydanê li ser destê pêxwasên rêjîmê jiyan xwe ji dest da bû.

Di merasîmê de bê navber siloganên “Şehîd na mirin” û “Bijî Serok APO” berz dikirin.

AMÛDÊ

Li Bajarê Amûdê jî li meydana Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de 5 cangoriyên azadiyê ku di meha Gulanê de jiyan xwe jidest dane hatin bi bîr anîn. Merasîm bi beşdariya Malbatên Şehîdan û Şêniyên bajêr bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selahedîn Mehmûd axivî û diyar kir ku ew ê heta dawî li ser şopa Şehîdan bimeşin.

Merasîm bi axaftinên Endama TEV-DEM’ê Raperîn Cûdî, Endama Meclida Gel a Amûdê dom kir. Di axaftinan de soz hate dayîn ku ew ê li ser riya Şehîdan bimeşin.

Di merasîmê de belgeyên 5 cangoriyên azadiyê hatine xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Meydana merasîmê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên kurdî û wêneyên Şehîdan hatibû xemilandin.

SERÊKANIYÊ

Li Serêkaniyê ku berxwedaneke bê hempa di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê nîşan da jî 18 ‘ê Gulanê bi merasîmekê hate bîranîn. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Tabûra Şehîd Erdal a Girêdaye Tugaya Şehîd Abid Xelîl rêzgirtina leşkerî lidar xistin. Endamê Meclisa Leşkerî Cemşîd Osman di merasîmê de axivî û bal kişand ser rola Şehîdan di nava şoreşa gelê kurd de. Osman destnîşan kir ku destkeftiyên gelê Kurd bi berxwedana Şehîdan hatiye bidest xistin.

Piştî merasîmê şervanên YPG’ê berê xwe dan Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li Gundê Berkevirê.