"Şehîdên Gulanê" li 4 navendan hatin bîranîn
"Şehîdên Gulanê" li 4 navendan hatin bîranîn
"Şehîdên Gulanê" li 4 navendan hatin bîranîn
PKK'yiyên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan, li Amed, Îzmîr, Stenbol û Colemêrgê ji aliyê bi sedan kesî ve bi meş û serdana goristanan hatin bîranîn.
AMED
Li Amedê bi pêşengiya MEYA-DER'ê bi sedan kes li ber avahiya rêxistina BDP'ê ya Baglarê li hev kom bûn û ber bi Goristana Yenîkoyê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên PKK'yiyên jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Her weha ji ber wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, di navbera polêsan û ciwanan de tengezarî derket. Jinan jî bi qurnefîlên di destê xwe de, bi rengên xwe yên kesk sor û zer meşiyan. Girseya gel piştî gihaşt goristana Yenîkoy deqeyek rêz girt û bi yek dengî sirûda "Çerxa Şoreşê" got.
Sekreterê Giştî yê MEYA-DER'ê Kasim Pervane li vir axivî û dilsoziya xwe ya bi têkoşerên azadiyê re anî ziman. Pervane bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane ya hatiye destpêkirin û ji dewletê xwest ku ji bo jidilbûyîna xwe nîşan bide, bi armanca ronîkirina gorên giştî banqayeke DNA ya serbixwe ava bike. Li dû axaftinan, girseya gel qurnefîl danîn ser gorên gerîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan.
ÎZMÎR
Endamên YAK-DER ya Îzmîrê jî, bi armanca bîranîna "Şehîdên Meha Gulanê" ji ber avahiya BDP'ê ya Bajêr heta Meydana Basmane meşiyan. Di meşê de li gel rêxistinên BDP'ê yên bajêr û navçeyên wê, hunermendên NÇM'ê, TAYDER, SDP, DHF, ESP, Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî amade bû. Li dû meşê, girseya gel li meydanê deqeyek rêz girt û li ser navê komê rêveberê YAKDER'ê Kerem Ay axaftinek kir û destnîşan kir, ku herî zêde di meha Gulanê de têkoşîn hatiye dayîn û xwîn rijiyaye. Ay da xuyakirin, ku meha Gulanê wê di heman demê de bibe meha azadiyê.
Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî bal kişand ser girîngiya meha Gulanê ji bo têkoşîna şoreşê û got, "şehîdan bi fedakirina canê xwe, em îro anîne vê qonaxê. Eger îro derî li aştiyê û demokrasiyê vebûye, ev bi saya şehîdan e. Divê em ji niha û pê ve jî bi xurtî xwedî li nirxên xwe derkevin."
STENBOL
Rêxistina BDP'ê ya navçeya Stenbol Bagcilarê jî, di kesayetiya Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmûd Zengîn û Necmî Oner de, ji bo bîranîna hemû têkoşerê di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, li avahiya navçeyê çalakiyeke bîranînê lidar xist. Di çalakiya bîranînê de Dayikên Aştiyê, YAKAYDER û endamên BDP'ê amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê rêveberê YAKAYDER'ê Alaattîn Altintaş axivî û destnîşan kir, ku 18'ê Gulanê yek ji wan rojên rê li ber dîroka gelê Kurd xistiye. Altintaş got, xwedî derketina li şehîdan xwedîderketina li rêbertiyê ye.
Malbatên gerîla Berxwedan Amed, Berxwedan Kaya û Hêvîdar Amed ên di demên cûdade jiyana xwe ji dest dan, di bîranînê de axivîn û destnîşan kirin, ku ew bi şehîdên xwe serbilindin û dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Çalakiya bîranînê li dû nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
COLEMÊRG
MEYA-DER şaxa Colemêrgê jî, ji bo bîranîna PKK'yiyên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, li konê DOKH'ê yê li Taxa Sumbulê çalakiyeke girseyî lidar xist. Girseya gel ji vê derê ber bi Goristana Serê Solan meşiyan û li ser gora gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girt.
Li dû rêzgirtinê Serokê MEYA-DER'ê Ramazan Elmas axaftinek li vir kir û got, "Îro em bi saya şehîdan hatine vê nuqteyê. Emê vê têkoşîna rûmetdar a şehîdan her dewam bikin. Li pêşberî şehîdên xwe em careke din soz dikin, ku emê ji vê pêvajoya Rêber Apo daye destpê kirin ji aliyê xwe ve bibin bersiv."
Girseya gel, piştî daxuyaniyê ji goristanê ber bi konê nobedê ve meşiya û li vê derê li sînevîyonek li ser "Şehîdên Meha Gulanê" temaşe kirin.