‘Şehîdên 9’ê Gulanê sembola berxwedanê ne’
‘Şehîdên 9’ê Gulanê sembola berxwedanê ne’
‘Şehîdên 9’ê Gulanê sembola berxwedanê ne’
Li ser goristana Mehmed Karasungur ya binarê Qendîl çar girtiyên siyasî Şirîn Elamhûlî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan di sêyemîn salvegera davekirinê de ji aliyê tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev vehatin bibîranîn.
9’ê Gulana 2010’an de rejima Îslamî ya Îranê pênc girtiyên siyasî Şirîn Elemhûlî, Ferza Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan li girtîgeha Evînê darvekirin. Di sêyemîn salvegera pênc şoreşgeran de Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev li binarê Qendîl li ser goristana Mehmed Karasungur merasimek ya bîranînê pêkanî.
‘RASTIYA GELÊ KURD BERXWEDANA LI HEMBERÎ ZILMÊ YE’
Piştî deqîqeyeke rêz girtinê li ser navê Hemwelatiya Azad û Wekhev Rênas Zagros jî axivî û di derbarê wate û berxwedaniya ku di zindanan de hatiye dayîn wiha dest bi gotinê kir; “Di serî de em di rojeke wiha de bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreşê ditewînin û di her demê de em dê li hember rastiya wan ya resen deyîndar bin. Em weke Hemwelatî Azad û Yeksan ya binarê Qendîlê ji bo em bighînin armancên xwe û li ser riya şehîdên xwe bimeşin em dê tu caran dest ji kar û xebatê bernedin.
Şehîdên 9’ê gulanê bûn sembola berxwedana li hember zilma rêjîma Îranê, ji lewma divê em hemû li ser riya wan ya rewa meş û têkoşûna xwe berdewam bikin û armancên ku wan ji bo wê şer kirine û canê xwe dane, em di roja îro de pêk bînin. Rêjîma Îranê xwest ku bi benê sêdarê gelê Kurd bê deng bike, lê nezanî ku rastiya gelê Kurd rastiya berxwedana li hember zilmê ye. Em weke gelê binarê Qendîlê di hizûra van şehîdan de careke din soz û biryar didin hemû şehîdên xwe ku emê şopdarê wan bin.”
Piştî bi dawî anîna axaftinê belavoka Rêxistina Jinên Azadîxwaz yên Kurdistanê RJAK hate xwendin û çalakî bi duruşmên bijî rêber APO û şêhîd namirin bi dawî bû, piştre kesên di çalakiyê de cihê xwe girtine li goristanê geriyan.