‘Şehadetan partîbûyîn gihandin serketinê’
‘Şehadetan partîbûyîn gihandin serketinê’
‘Şehadetan partîbûyîn gihandin serketinê’
“Pêvajoya ku Rêber Apo bi navê ‘Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad’ pênase kiriye di rastiyê de li ser esasê têkoşîn û keda Heval Heqî û hevalên din ên şehîd pêş ketiye. Mirov dikare bêje ku di vê pêvajoyê de pêşxistina welatparezî û demokrasiyê; xwedîderketina li Anatolya û Mezopotamyayê di zindîkirina kesayeta Heval Heqî û dîsa bi ruhê Heval Heqî xwe tevlîkirina pêvajoyê re derbas dibe. Ji ber ku ev pêvajo bi rengekî azad û demokratîk yekîtiya gelê Kurd, Tirk û gelên din ava dike.” Cîhan Eren di axaftina xwe ya der barê Meha Şehîdan Gulanê de wan hevokên li jor tîne ziman.
Bi wesîleya Meha Şehîdan Gulan û Roja Şehîdan 18’ê Gulanê, em bûn mêvanê Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cîhan Eren da ku nêrîn û nirxandinên xwe bi me re parve bike.
Cîhan Eren di destpêka axaftina xwe de behsa yek ji pêşengên Tevgera Apoyî Heqî Karer dike û wiha dibêje: “Di dîroka PKK’ê de di pêşveçûnên navbera gelê Kurd û Tirk de çêbûne û çêdibin de şehadeta Heval Heqî hêza bingehîne. Heqî Karer, wek hevalekî bi eslê xwe Tirk ku ji bajarê Ordu navçeya Ulubey a ku dikeve herêma Derya Reş e, wek Apoyiyê Yekemîn tê naskirin. Hevale Heqî hevalê ku yekem car di asta jor de tevlî fikra Rêber Apo dibe. Di pêvajoyeke ku ciwanên Kurd tevlî tevgerên çepgir dibûn, tu hêzan û tevgeran pirsgirêka gelê Kurd bi awayekî xweser nedigirtin dest, Heval Heqî rizgariya gelê Tirk di rizgariya gelê Kurd de dibîne û bêdudilî tevlî Tevgera Apoyî dibe. Mirov dikare di vê xusûsê de vê jî bêje; cara destpêkê ye ku ciwanên bi eslên xwe Tirk, bi Rêber Apo re bi tevgera ku xeta Kurd û Kurdistan ji şoreşa Tirkiyeyê cuda digire dest, ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi têkoşînê dikin.”
‘HEQÎ KARER CEWHERA HERÎ ESASÎ YA BIRATIYA GELAN E’
Eren li ser pirsa me ya “Heqî Karer bandor û tesîreke çawa di nav Tevgera Azadiyê de çêkir?” wiha dibêje: “Heval Heqî di diyarkirina milîtaniya PKK’ê de yanî di şêwazê ku divê mirov çawa tevlî PKK’ê bibe de, bi jiyan, têkoşîn û taybetmendiyên xwe, kesayeteke herî esasî ye. Minak: Eger kadroyên PKK’ê beriya her tiştî bi fedakarî, cesaret, kedkarî û mutewazîbûna xwe tên naskirin, ev taybetmendî çavkaniya xwe ji Heval Heqî girtine û rastiya Heval Heqî îfade dike. Heval Heqî, ev tov çandine. Eger di roja me de bi milyonan mirovên ku li derdora PKK’ê kom bûne dirûşmaya ‘Bijî Biratiya Gelan’ qîr dikin, sedema yekemîn rastiya Heval Heqî ye. Mirov dikare jiyana hevpar a gelê Kurd û Tirk li ser esasê azadî û wekheviyê di jiyan û peywendiyên Heval Heqî û Rêber Apo de bi awayekî berbiçav bibîne. Dîsa mirov dikare vê jî bêje, pêvajoya demokratîkbûnê û çareseriyê ya bi pêşengiya Rêber Apo tê birêvebirin di rastiyê de bersiva ji biranîna Heqî Karer re ye; hem jî di asta herî jor de.”
Cîhan Eren di vê mijarê de wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Heval Heqî, PKK bi xwe ye ku Rêbertî gotibû, ‘Heval Heqî ruhê min ê veşartî ye.’ Jixwe yek ji sedemên ku PKK, wek Partiya Şehîdan tê pênasekirin jî ev e: Dema Heval Heqî şehîd dikeve, Rêber Apo pêşnûmeya bernameya PKK’ê li Dîlokê dinivîse û di heman demê de biryara partîbûyînê dide. PKK, bersiva ji bîranina şehadeta Heval Heqî re ye. Di sala 1981’ê Yekemîn Konferansa PKK’ê de li ser vî esasî meha gulanê Wek Meha Şehîdan û 18’ê Gulanê jî wek Roja Şehîdan hatiye qebûlkirin. Di meha gulanê de pir hevalên me yên hêja şehîd ketine. Yek ji wan Hevalê Xelîl Çavgun e. Di 18’ê gulana sala 1978’an de dema ji bo bîranîna salvegera şehadeta Heval Heqî afîş dadiliqandin ji aliyê paşverû û hevkaran ve li Hîlwanê hat qetilkirin. Dîsa di sala 1982’yan de Heval Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner ku wek ‘Berxwedana Çaran’ jî tê terîfkirin, di pêvajoya ku li Zîndana Amedê pêkutî û kiryarên dij-mirovatiyê li hemberî berxwedêran dihatin pêşxistin, bedena xwe didin ber agir. Ji hevalên ku hewl didin agir vemirînin re dibêjin, ‘Vemirandina agir xiyanet e, agir gur bikin.’ Wan hevalan li hemberî hovîtiya dewleta Tirk a faşîst bi agirê bedena xwe bersiv didan. Bi şehadeta Heval Heqî ber bi partîbûyînê ve gav hat avêtin, bi şehadeta Heval Mazlum, Çaran û Kemalan jî PKK’ê da îspatkirin ku wê gelê Kurd li hemberî dagirkeriyê di her şert û mercan da li ber xwe bide û têkoşînê xurt bike. Wek tê zanîn ji bo ev berxwedan bêbersiv nemîne şerê çekdarî hat pêşxistin.”
‘WAN HEVALAN PKK’YÎBÛN ÇAWA YE ÎSPAT KIRIN’
Cîhan Eren di berdewama axaftina xwe de tevî şehadetên ev qas giran jî sedema pêşketinên di Tevgera Azadiya Kurdistan de wiha tîne ziman: “Wan şehadetan partîbûyîn gihandin serketinê. Yanî PKK’yîbûn çawa ye û pêwîst e çawa be wan hevalan bi jiyan, têkoşîn û tarzê şehadetên xwe îspat kirin. Her wiha nîşanî mirovatiyê dan ku PKK, ji bo gelê Kurd, Tirk û gelên Rojhilata Navîn çi dixwaze.”
Eren, bi wesîleya meh û roja şehîdan wek gelê Kurd pêwîste mirov çawa tevbigere, di feraset, danûstendin, bilindkirina têkoşînê û hwd. de nêrînên xwe wiha tîne ziman: “Bêguman bi taybet di meha gulanê de gelek hevalên giranbuha yên PKK’yî û şoreşgerên Tirk şehîd ketin. Heqî Karer, Xelîl Çavgûn, Ferhat, Denîz, Huseyîn, Yusuf, Îbrahîm Kaypakkaya, Mizgîn, Fermandar Sînan Amed, di salên dawî de Hevala Şîrîn Elemhulî, Mamoste Ferzad û hevalên din ên eslên xwe ji Rojhilatê Kurdistan û gelek hevalên din ên hêja şehîd ketin. Bi vê wesîleyê careke din em wan bi bîr tînin.
Pêwîste, di meh û roja şehîdan de em soza xwe ya dilsoziya bi şehîdan re dubare bikin. Divê em li têkoşîn, armanc û hêviyên şehîdên xwe xwedî derkevin. Ên me ber bi serketinê ve dibin, hêz û îradeyê didin me şehîdên me ne. Şehîd rûmeta herî mezine. Çavkaniya hêza me ne şehîd. PKK’ê di navbera xwe û şehîden xwe de pireke ji zanebûn û dilsoziyeke ji pola çêkiriye. PKK, partiyeke bi vî rengî ye.”
‘BI RUHÊ HEQÎ KARER TEVLÎBÛNA PÊVAJOYÊ’
Eren axaftina xwe wer didomîne: “Rêber Apo têkoşîna me ya şoreşgerî îro wek ‘Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad’ pênase kiriye. Mirov dikare bêje ku di vê pêvajoyê de zindîkirina kesayeta Heval Heqî û dîsa bi ruhê Heval Heqî xwe tevlîkirina pêvajoyê ji her demê zêdetir pêwîst e. Ji ber ku ev pêvajo bi rengekî azad û demokratîk yekîtiya gelê Kurd û gelê Tirk ava dike. Gel û nasnameyên din ên li Anatolya û Mezopotamya dijîn bi vê têkoşînê digihîjin nasnameyên xwe yên dîrokî yên jê dûr ketine. Lewma di destpêkê de pêwîst e em Heval Heqî bijîn. Çawa Heval Heqî bêdudilî xwe tevlî têkoşîna gelan kir, divê em jî wisa xwe tevlî bikin. Bi taybet ji bo kesên bi eslên xwe, ne Kurd Heval Heqî mînake û xwedî nirx û qîmetekî bêhempa ye. Pratîk, jiyan û kesayeta Heval Heqî ji bo her şoreşger, demokrat û welatparêzên Rojhilata Navîn navnîşane. Li ser xeta şehîdan, bi felsefeya Rêber Apo ji her demê zêdetir ji zarokan heta, ciwan, jin, mêr, pîr û kalan asta têkoşîna demokratîk divê em bilind bikin.”
Cîhan Eren bi van hevokan dawî li axaftina xwe tîne: “Pêşxistina berxwedan û têkoşînê û dîsa xwedîderketina li pêvajoya ‘Rizgariya Demokratîk Avakirina Jiyana Azad’ xwedîderketina li bîranîna Heval Heqî ye. Yên ji têkoşîna gelê Kurd gumanan dikin û yên baweriya xwe bi gelê Tirk naynin bila li jiyana Heval Heqî binihêrin. Ji ber ku Kurdistanek wekhev û azad û Tirkiyeyeke demokratîk armanca Heval Heqî bû. Ew rêhevalê fikrî yê destpêkê yê Rêber Apo bû. Di heman demê de ziman û çalakgerê yekem ê bi fikra Rêber Apo tevdigeriya. Lewma em dibêjin, Heval Heqî Apoyiyê Yekemîn bû. Em pirr kêfxweş û serbilind in ku îro ji her demê xurttir li gorî daxwaza Apoyiyê Yekemîn li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîne dimeşînin.”