Şaredariyên Dirbêsiyê û Qoserê ezmûnên xwe parve kirin
Şaredariyên Dirbêsiyê û Qoserê ezmûnên xwe parve kirin
Şaredariyên Dirbêsiyê û Qoserê ezmûnên xwe parve kirin
Şaredariya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê û Şaredariya navçeya Mêrdîn Qoserê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo ezmûnên xwe parve bikin, li Qoserê hatin cem hev.
Bi armanca şaredariya Dirbêrsiyê ji tecrubeyên şaredariya Qoserê sûd werbigre, şandeyek ji şaredariya Dirbêsiyê çûn serdana şaredariya Qoserê ya Bakurê Kurdistanê. Şande ji aliyê şaredariya Qoserê ve hatin pêşwazî kirin û rewşa di navber Qoser û Dirbêsiyê hate gotûbêjkirin. Rayedarên şaredariya Qoserê 40 lîtir dermanê pêşiyan pêşkêşî şaredariya Dirbêsiyê kirin. Deriyê sînor ku ev 30 sal ji aliyê Tirkiyê ve hatibû girtin û cara yekem delegeyên jinên Rojavaya Kurdistanê û Sûriyê yên tevlî konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ku Amedê hate lidarxistin derbas bibûn, vê carê jî endamên şaredariya Dirbêsiyê di deriyê Dirbêsiyê re bi awayekî fermî derbasî bakur bûn.
Endamê şaredariya Dirbêsiyê Mihemed Şukrî û Fayîz Umer dan zanîn ku serdana wan bi armanca pêşxistina têkiliyan di nava bajarê Dirbasiyê û Qoser de bû.