Şaredariya Sûrê civînên meclîsa xwe bi gel re berdewam dike

Şaredariya Sûrê civînên meclîsa xwe bi gel re berdewam dike

Di çarçoveya xebatên şefaf û zelal ên şaredariya Sûrê ku ji roja pêşî ya vê serdema xebatê de aşkera kiribûn, berdewam dikin.

Şaredariya Sûrê di vê çarçoveyê de wekî hemû civînên xwe yên din ên Meclîsa Şaredariyê dîsa civîna xwe bi tevlîbûna gel pêk anî.

Hevşaredarê Sûrê Seyid Narîn di axaftina xwe ya vê civînê de li ser armanca lidarxistina civîna bi tevlîbûna gel wiha got: "Armanca me ev e ku em xebatên şaredariya xwe bi gelê xwe re bi rê ve bibin. Dema em civînên xwe bi tevlîbûna gelê xwe pêk tînin bêtir em ê hemû pirgirêk û kêmasiyên xebatên xwe nas bikin û em ê bi hev re hewl bidin ku çareseriyan peyda bikin."

Civîna meclîsê ya mijara gotinê vê carê bi tevlîbûna xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê pêk hat. Civîn bi tevlîbûna hevşaredarên Sûrê Fatma Şik Barut û Seyid Narîn, rêveberiya DBP'ê ya navçeya Sûrê, endamên Meclîsa Şaredariyê, gerînendeyên beşên xebatên şaredariyê û gel pêk hat.

Narîn di axaftina xwe ya vê civînê de got ku ew li hemû Tirkiyeyê wekî mînakek yekemîn in di warê lidarxistina civînên xwe yên asayî ên meclîsê ku bi tevlîbûna gel pêk tên û wiha dewam kir, "Lewre jî armanca me ji vê yekê em û gelê xwe bi hev re van xebatên şaredariya xwe bi rê ve bibin."

Yek ji welatiyên ku tevlî civînê bibû behsa rola çand û hunerê kir û got, "Dema behsa çand û hunerê tê kirin pêşeroja me tê bîra min. Wekî em dizanin dîwana me ya dengbêjan heye, destan û stranên me hene. Lewre jî divê şaredariya me bi alîkariya Şaredariya Mezin a Bajarê Amedê re ji me re sazî û îmkanan ava bikin da ku em van çand û hunerên xwe bi rêyên zanistî hîn bibin û hîn bikin ji bo nifşên nû."

Her wiha Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut jî der barê xebatên çand û hunerê de ev agahî dan beşdaran. Şik got, "Piştî sererastkirinên di avahîsaziyê de ew ê xebatên xwe yên çand û hunerê di avahiya “Emek Sînema ya Kevin' de berdewam bikin. Niha jî hin kursên me yên amadekariyên zanîngehan li wê deverê tên meşandin.

Her wiha li ser daxwaza malbatên me yên ku ji Rojava hatine li vir bicih bûne jî divê perwerdeya Kurdî were dayîn.

Ji bo çand û hunerê gelek projeyên me jî hene û em wan projeyên xwe hêdî hêdî dixin nava pratîkê de.

Li saziya me ya Jinê KADEM jî kreşên ku xizmeta xwe bi zimanê Kurdî dikin hene û berdewam dikin. Ji aliyekî din ve xebat û kursên wekî hînkirina kuaforiyê, dirûn û neqşan û her wiha xebatên din ên ji bo jinan berdewam dikin.

Du pirtûkxaneyên me jî hene, lê em wan kêm dibînin û em ê hewl bidin ku di warî de jî hin gavên din biavêjin."

Di dawiya civînê de xebatkarên navenda çandê ya Dîcle Firatê stran û awazên xwe pêşkêşî beşdaran kirin.