Şaredariya Amedê bi kurdî xizmeta tenduristiya diranan da zarokan
Şaredariya Amedê bi kurdî xizmeta tenduristiya diranan da zarokan
Şaredariya Amedê bi kurdî xizmeta tenduristiya diranan da zarokan
Bi ser Navenda Tenduristî ya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Mala Venihêrtin û Krêşê ya Şaredariya Bajarê Mezin bi kurdî perwerdeya paqijiya diranan da zarokan.
Bi pêşengiya Midûrtiya Şaxa Karên Krêş û Zarokan a Serokatiya Daîreya Karên Civakî, li Mala Venihêrtin û Krêşê perwerdeya paqijiya diranan, bi Kurdî ji zarokên 3-5 salî re hate dayîn. Perwerde ji aliyê Dr. Tahîr Tekeş û birînpêç Evîn Senîn ve ji bo 50 zarokî hate dayîn. Piştî ku xêzefîlma “Qraltiya Diranan” nîşanî zarokan dan, macûn û firçeyê diranan li zarokan hate belavkirin. Dr. Tahîr Tekeş bi awayekî, pratîk nîşanî zarokan da ka divê çawa diranên xwe firçe bikin û ji wan re got ku divê rojê du caran diranan firçe bikin. Tekeş bi kurdî bi zarokan re axivî û ji wan re nîşan da ku divê sibê gava radibin û êvarê berî razên divê diranên xwe firçe bikin û li bîra wan xist ku divê 3 mehan carekê firçeyê diranan biguherin.