Şaredarî û BDP’a Amedê civînên gel pêk tîne
Şaredarî û BDP’a Amedê civînên gel pêk tîne
Şaredarî û BDP’a Amedê civînên gel pêk tîne
BDP’a Navçeya Sûra Amedê tevî şaredariya Sûrê di çarçoveya civînên bi gel re û ji bo pêvajoya demokratik a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin dest bi gera tax û gundên navçeya Sûrê kirin.
Di çarçoveya van xebatan de civîneke gel li gundê Kozanê yê Sûra Amedê pêk hat. Ev civîn bi beşdariya şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, Hevserokê BDP’a Amedê Mehmet Emin Yilmaz, Serokê navçeya BDP’ya Sûra Amedê Adnan Akgul, alîkara şaredar Azize Kutlu Deger, şêwirmendê şaredar Nekşî Sayar û gelek endamên meclisa Sûrê tevlî vê civînê bûn.
Di destpêka civînê de serokê BDP’a navçeya Sûrê Adnan Akgul behsa dîroka hikûmeta AKP’ê û daxuyaniyên serokê wê partiye ên li dijî kurdan kir. Paşê jî behsa vê pêvajoya nû kir û got ku, ew ne bi hêsanî gihane vê qonaxa ku niha tê de ne û ew bi saya tekoşîna gel û serokatiya vê tevgerê gihaye qonaxa îro.
Akgul daxuyaniyên bere yên Serokwezîrê Tirk Tayip Erdogan bibîr anî û got, “Berê gelek caran sozên pûç dane kurdan û ji gotinên xwe vegeriyaye lewre ew dîsa jî heke kurdan lewaz bibîne dîsa dibe ji gotinên xwe yên niha jî vegere”. Akgul bi bîr xist ku, ev pêvajo ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye destpêkirirn û kurdan bedelên giran dane.
Piştî axaftina Akgul Hevserokê BDP’a Amedê Mehmet Emin Yilmaz mafê axaftinê girt û bi berfirehî behsa pêvajioya çareseriya demokratîk kir. Yilmaz armanc û wateya vê gera xwe ya gund û taxên Amedê da xuyakirin û dîroka gelê Kurd ya ku tucaran serê xwe li ber zilm û zora serdestan netewandiye vegot. Yilmaz tekoşîna tevgera gelê Kurd a salên dirêj û bedelên giran ên ku vê tevgerê di dîroka xwe de daye anî ziman.
Yilmaz di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku, em ji dîrokeke zordest a ku nav û mafê kurdan tune hesab dikir û herdem rastî zordestî û înkarê dihat gihane vê pêvajoya çareseriya demokratîk. Yilmaz şehadestên tevgera azadiya gelê Kurd û berxwedana zindan bibîr xist û got ku, ev tevger û serokatiya wê bedelên gelekî mezin dane ji bo em bigihên van rojan.
Yilmaz destnîşan kir ku, ew di destpêka vê pêvajoyê de ne û Kurd di vê deme de li hemberî hemû ihtîmalan amade ne. Tevgera gelê Kurd ne wekî berê ye niha hem hêza vê tevgerê hem jî zanebûna wê ya di warê siyasî de gelekî hatiye guhertin û gihaye qonaxekê ku êdî bi sozên bêbingeh nayê xapandin.
Di dawiya civînê de pirs û problemên xelkên gundê Kozanê û yên derdora hate guhdarkirin û gundiyan gelek pirs û problemên xwe anîn ziman. Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş jî bersiva hemû pirsên beşdaran kir û bi berfirehî li ser pirsgirêkên ku dibin asteng li hemberî xebatên şaredariyê rawestiya.
Demîrbaş li ser helwesta desthilatdariyê ya cudakariya alîkariyan dike ku ji şaredariyên din re diçe rawestiya û got, hemû projeyên me ji aliyê desthilatdariyê ve tên astengkirin û redkirin. Di heman demê de ew alîkariya herî zêde didin şaredariyên xwe.