Şaredarê Amedê Osman Baydemîr çû serdana Hêro Xan
Şaredarê Amedê Osman Baydemîr çû serdana Hêro Xan
Şaredarê Amedê Osman Baydemîr çû serdana Hêro Xan
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, bi armanca selametî û şîfaxwestina ji Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, çû serdana mala wî û bi hevsera wî Hêro Xan re rûnişt.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, li gel Şêwirmenda Şaredariyê Zozan Yuksel û nûnerên BDP'ê yên Hewlêrê Mihemed Elî Aydin û Şîlan Emînoglû, ji bo selametî û şîfayê ji Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî bixwaze, îro çûn serdana mala Hêro Xan.
Baydemîr di axaftina xwe ya li vê derê de kêfxweşiya xwe ya ji ber hatina Başûrê Kurdistanê ya piştî çar salan anî ziman û got, "Min soz dabû xwe, eger qedexeya derketina min a derveyî welat rabe, ezê biçim serdana Başûrê Kurdistanê Hewlêr, Silêmanî, Mexmûr."
Baydemîr di axaftina xwe de, kêfxweşiya xwe ya ji ber başbûna tenduristiya Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî anî ziman û got, "Ji dil û can em hêvî dikin ku mam Celal di demek kin de tenduristiya wî baştir bibe û vegere Kurdistanê ser kar û barê xwe."
Hevsera Talabanî Hêro Xan jî malaviya şandeya BDP'ê ya ji ber serdana wan kir û got, "Em piştgiriyê didin pêvajoya çareserî û aştiyê ya destpê kiriye û hêvî dikin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe. Divê heralî xwe ji vê pêvajoyê berpirsyar bibînin û barê dikevin ser milê xwe bicih bînin."
Di dawiya serdanê de Şaredar Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, diyariyên bi xwe re ji Amedê anî bû, radestî Hêro Han kir.