Şaredara BDP’ê di qezayê de birîndar bû
Şaredara BDP’ê di qezayê de birîndar bû
Şaredara BDP’ê di qezayê de birîndar bû
Şaredara BDP’a Bismilê Cemîle Emînoglû di qezaya trafîkê de birîndar bû. Li gorî agahiyên ku hatine wergertin, otomobîla meqam ya biplaqeya 21 TC 691 ku Mustefa Saruhanoglû diajot û Şaredara Bismilê Emînoglû têde bû, li herêma Uçtepe ya li ser rêya Bismil-Amedê ji kontrolê derket û ket şarampolê. Şaredar Emînoglû û ajovan Saruhanoglû di qezayê de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê li wir piştî mudaxeleya destpêkê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hate hînbûn ku, piştî dermankirinê Emînoglû ji nexweşxaneyê derket lê dermankirina Saruhanoglû hêjan didome.