Şandeya KCK’ê bi YNK’ê re hevdîtin pêk anî
Şandeya KCK’ê bi YNK’ê re hevdîtin pêk anî
Şandeya KCK’ê bi YNK’ê re hevdîtin pêk anî
Şandeya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya bi serokatiya Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok li Silêmaniyê hevdîtinek bi rayedarên Yekitiya Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Kurdan, konferansa neteweyî ya Kuran û pêvajoya li Bakûrê Kurdisanê hatin gotûbêjkirin. Dîmenên hevdîtinê di çapemeniya Başûrê Kurditanê de hate weşandin.
Duh şandeya KCK’ê ya ji Endamê Konseya Rêveber Sabrî Ok û Berpirsê Peywendiyên Derve yên KCK’ê Ahmet Denîz pêk dihat, li Silêmaniyê ji aliyê Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’êDr. Berhem Ehmed Salih û rayedarên din ên YNK'ê ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de ji YNK’ê tevî Berhem Salih endamên Polîtbûroya YNK’ê Qadir Heme Can, Çeto Hiwêzî û Mehmûd Hajî Salih û Endamê Kogreya Neteweyî ya Kurdistanê Mihemed Penciwînî jî amade bûn. Lê cara yekem e ku hevdîtinek wiha di çapemeniya Başûr de cih digire.
Berpirsê Peywendiyên Derve yê KCK’ê Ahmet Denîz ku derbarê hevdîtinê de agahî da ANF’ê diyar kir ku ew di vê pêvajoya girîng a dîrokî de hevdîtinê bi hemû partî û rêxistinên Kurd re hevdîtin pêk tînin û got ku hevdîtinên wan dê bidomin.
Denîz got; “Em di pêvajoyeke girîng de ne. Bi taybet bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin pir girîng in û Kurd di navenda van geşedanan de ne.” Denîz derbarê hevdîtinê de diyar kirku hevdîtineke asayî ya du aliyên Kurd bû û got ku di hevdîtinê de pêşketinên li herêmê, bi taybet ên Kurdan eleqeder dikin, konferansa neteweyî ya Kurdan û pêvajoya çareseriyê ya li Bakûrê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Denîz da zanîn ku hevdîtinên wan ên bi vî rengî yên li gel hemû partî û rêxistinên Kurdistanî Kurd çêdibin û got ku divê pêvajoyê de Kurd di navenda geşedanên girîng ên li Rojhilata Navîn diqewimin de cih digirin û got ku ew helwesta hevpar a Kurdan a li hemberî van geşedan û bûyeran gotûbêj dikin.
Denîz derbarê naveroka hevdîtinê de jî diyar kir ku hevdîtin bi awayeke erênî derbas bû û got: “Di hevdîtinê de helwesta hevpar a Kurdan a li hemberî bûyerên li herêmê, divê Kurd çawa nêzîk bibin, konferansa neteweyî ya Kurdan, girîngiya piştevaniya Kurdan bi hev re û pêvajoya li Bakûrê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.”
Hêjayê gotinê ye ku ev yekem car e ku hevdîtineke wiha bi rayedarên KCK’ê re di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de tê weşandin. Denîz da zanîn ku rayedarên YNK’ê xwestine ku dîwarên di navbera partiyên Kurdan de bên rakirin û hatin û çûna her du aliyan normal bibe û got ku wan jî vê yekê bi erênî pêşwazî kiriye.
Her wiha, Denîz da zanîn ku dê hevdîtinên wan bi partî û rêxistinên Kurd re berdewam bikin.