Şahidên êrîşê: Wesayît û çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin
Şahidên êrîşê: Wesayît û çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin
Şahidên êrîşê: Wesayît û çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin
Şahidên êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve di deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê re, li dijî Kobanê pêk hat, vegotin. Şahidan dan zanîn ku wesayît ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine, çeteyan piştî teqînê êrîş kirine û gotin ku wan li gel çeteyên DAIŞ’ê wesayiîên zirxî yên polîs û leşkerên Tirk jî dîtine. Şahidên bûyerê dan zanîn ku beriya êrîşê leşkerên Tirk ceyrana xeta sînor a Kobanê yên li aliyê Tirkiyeyê hatine vemirandin.
Di saetên danê sibê de, çeteyên DAIŞ’ê axa Tirkiyeyê bi kar anîn û ji deriyê sînor ê Murşîtpinar ve êrîşê Kobanê kirin. Wesayîta bombebarkirî hate teqandin û du çeteyên bombe li xwe pêça bûn êrîşên întîharî pêk anîn. Çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve şûnde hatin vegerandin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku derbasî Ofîsa Mehsûlên Erdê yaTirkiyeyê bûn li wir jî gule reşandin. Leşkerên Tirk ti mudaxele li hember çeteyên DAIŞ’ê nekirin.
2 TANK HATIN RÛXANDIN
Çeteyên DAIŞ’ê li gel êrîşa ji deriyê sînor, li rojhilat û rojavayê Kobanê êrîşên dijwar pêk anîn. Ev êrîş bi berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê hatin paşdexistin û du wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞ’ê ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hatin rûxandin. Dîsa ji sê tankên ji aliyê başûr ve êrîş kirin du tank ji aliyê YPG’ê ve hatin rûxandin.
KÎ DEREWAN DIKE?
Li hin cihên bajêr, heta van saetan jî pevçûnên li aliyê rojhilat û başûr berdewam dikin. Navenda Çapemeniyê ya Pirsûsê ya Midûriyeta Giştî ya Enformasyonê ya Weşan-Çapemeniyê Serokwezaretê daxuyaniyek têkildarî bûyerê da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wesayîta bombebarkirî ji aliyê Tirkiyeyê ve di deriyê sînor ê Murşîtpinar re derbas nebûye û ev “nûçe bi temamî derew in. "
ÇIMA LI XETA SÎNOR CEYRAN HATE BIRÎN
Midûriyeta Giştî ya Enformasiyê ev daxuyanî da. Li aliyeke din jî sivîlên şahidên êrîşa ji deriyê sînor ê Murşîtpinar ve pêk hatin û bi çavên xwe dîtin, daxuyaniya Midûriyeta Enformasyonê ya Tirk bi temamî derew e. Li gorî agahiyên şahidan dane çete li ber çavên leşkerên Tirk di deriyê sînor re êrîşê Kobanê kirine.
ÇETEYÊN DAIŞ’Ê JI NAVA WAN HATIN
Endamê asayişê Îsmaîl ku şahidekî bûyerê ye diyar kir ku wesayîta bombebarkirî ji aliyê Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ve hat û got, "Li gorî texmîna min saet derdora 05.00 êrîşa bi wesayîta bombebarkirî pêk hat. Ez li xeta sînor di kuluba nobetê de bûm. Ez û hevalek xwe bûn. Wesayît bi lez ji deriyê sînor derbas bû. Piştre me berê xwe dan sînor. Wesayîtên zirxî yên dûpişk ên Tirkiyeyê jî li wir bûn. Endamên DAIŞ’ê ji nava wan hatin. Li wir di navbera me û çeteyan de pevçûnê rû da. Hevalek me yê birîndar anîn vî alî. Ez derketim ser vê avahiyê û min dît ku çeteyek li aliyê din li ser darê ye û gule direşîne. Min jî gule li wî reşand. Min dît ku sê caran wesayîtên zirxî (dûpişk) ên leşkerên Tirk hatin û hin kes jê peya dibûn."
CEYRAN QÛT BÛ, WESAYÎT JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE HATIN
Endamekî din ê asayîşê yê bi navê Elî jî da zanîn ku ew di wê saetê de li herêma Kaniya Kurdan di nobetê de bû û got ku hatina çeteyên DAIŞ’ê ji wî alî ve ne mimkun bû. Elî got: “Ji ber ku rê li wê derê tune ye. Saet ji 04.00'an ve ji Mehserê bigire heta rojava ceyrana sînor hemû qut bû. Ji Mahser û pêve ceyran hebû. Me li wê xetê jî ti tiştek nedît. Wesayît ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin.”
‘LI WÊ DERÊ JÎ NÊZÎ 50 ENDAMÊN DAIŞ’Ê HEBÛN’
Endamê hêzên ewlekariyê yê bi navê Mihemed Heqî yê ku gava êrîş pêk hat, nobet digirt û di êrîşê de birîndar bû, ev agahî da: “Nobeta min di navbera saet 04.00 û 06.00 de bû. Gava ez çûm nobetê, ji aliyê başûr ve hewan û doçkayên 23 diavêtin. Gava ez çûm nobetê min dengê zincîrê bihîst. Min berê xwe da aliyê deng jê hat, min dît ku wesayîtek ji aliyê Tirkiyeyê ve derbas bû û ber bi me ve tê. Piştî ku derbasî aliyê me bû, berê xwe da kolanê û teqiya. Piştre xanî hilweşiyan me nezanî çi çêbû. Piştî nizanim. Min dengên din nebihîst. Wesayîtên dupişk ên li aliyê Tirkiyeyê dixuyan. Min ew didîtin. Ji aliyê wan ve hatin. Di heman demê de nêzî 50 endamên DAIŞ’ê jî hebûn. Piştre çûn ser cihên bilind û karnas danîn.
Wesayîteke leşkerî bû. Rengê wê kesk bû. Li gel wan gelek doçka hebûn. Min dît ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin. Heta ku gihiştin derî min lê nêrî. Piştî ku ji min derbas bû, teqiya.”
MIN BI ÇAVÊN XWE DÎT KU JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE HATIN
Şahideke din ê bûyerê Bijîşk Menav Kitkanî ye. Kitkanî diyar kir ku gava teqîn pêk hat ew li nobetê bû û got: “Ez ji bo nobetê daketim jêr. Hewanek li gel me ket. Min xwest bizanim li ku ket, di wê kêliyê de wesayît ji aliyê sînor ve hat û li pişt xaniyê me teqiya. Min bi çavên xwe dît ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin. Wesayît ji rengê wesayîtên wan bûn."