Şagirtên Karasûngûr çûn ser gora wî
Şagirtên Karasûngûr çûn ser gora wî
Şagirtên Karasûngûr çûn ser gora wî
Xwendekarên dibistana seretayî ya Ş. Mehmet Karasûngûr a kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, çûn serdana Goristana Şehîdan a Mehmet Karasûngûr ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Xwendekaran li vê derê ji bo bîranîna "Şehîdên Meha Gulanê" merasîmek lidar xistin.
57 xwendekarên dibistana seretayî ya Ş. Mehmet Karasûngûr a kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, tevî mamosteyên xwe Siddik Kara, Demhat Bekdaş, Davût Kar û Dîcle Xabûr, yekemcar çûn serdana Goristana Şehîd Mehmet Karasûngûr a li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ku navê wî li dibistana wan jî hatiye kirin. Xwendekar bi wêneyên gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane, ber bi goristanê ve meşiyan û li vê derê deqeyek rêz girtin. Dûre, ji bo bîranîna têkoşerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane mamoste Siddik Kara dest axivî û got, "Ya herî girîng, fêmkirina armanc û hedefên van cangoriyên leheng e. Divê em di çarçoveya armanc û hedefên wan de, ji wan re bibin bersiv. Weke xwendekarên Mehmet Karasûngûr emê xwedî li têkoşîna xwe derkevin."
Li dû merasîmê, xwendekar çûn serdana gorên gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane. Piştre mamoste û xwendekarên dibistana Şehîd Mehmet Karasûngûr li dora gora wî hatin cem hev û yek bi yek hestên xwe anîn ziman. Mamoste Kara li vê derê jî ji xwendekaran re axaftineke kurt kir û got, "Îro li vê derê xeyala we ya herî mezin bicih hat. Û hûn îro hatin ser gora fermandarê mezin Mehmet Karasûngûr. Ji ber vê yekê hûn hemû gelekî bi şens in." Mamoste Siddik Kara da xuyakirin, ku Mehmet Karasûngûr ji bo yekitiya navbera Kurdan ava bike, kedeke mezin daye.
Ji xwendekaran Peyman Korkmaz jî got, "Em di pola şeşemîn a dibistana Mehmet Karasûngûr de dixwînin. Ez gelekî kêfxweş û serbilind bûm, ku min Goristana bi navê Mehmet Karasûngûr û gora wî dît.
Çîgdem Bîlen jî got, "Ez gelekî kêfxweş im, yek ji xeyalên min bicih hat. Ez hatim serdana goristana Şehîd Mehmet Karasûngûr."
Xwendekar Şêxmûs Ergen jî bi gotina "Demeke dirêj bû min dixwest bihata. Qismet îro bû. Ya rast, em xemgînî û kêfxweşiyê bi hev re dijîn.