Sadr dawî li xebatên mîlîsên xwe anî
El Sadr diyar kir ku wî xebatên mîlîsên xwe yên bi navê Tûgayên Aştî û Yevm Mevûd, bi awayekî bêdem sekinandiye.
El Sadr diyar kir ku wî xebatên mîlîsên xwe yên bi navê Tûgayên Aştî û Yevm Mevûd, bi awayekî bêdem sekinandiye.
Lîderê Şîa yê Iraqî Muqteda El Sadr bal kişand ser bê hiqûqiyên bi destê mîlîsên li Iraqê rû didin û destnîşan kir ku pêwîstî bi rêxistinbûyîneke hêza ewlekariyê ya dûrî karê mezhebî, heye. El Sadr diyar kir ku wî xebatên mîlîsên xwe yên bi navê Tûgayên Aştî û Yevm Mevûd, bi awayekî bêdem sekinandiye.
Lîderê Tevgera Sadr a Şîa Muqteda El Sadr bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Iraq ne tenê ji mirovên ji rê derketine, ji mîlîsên bêfedî jî dikşîne. Weke nîşaneya niyetek baş îlan dikim, ku bi awayekî bêdem dawî li xebatên leşkerî yên Tûgayên Aştî û Yevm Mevûd tînim. Hêvîdarim ku ev biryara min wê ji derdorên din re jî bibe mînak."
Lîderê Şîa Sadr gumanên xwe yên li ser ewlekariya welêt anî ziman û diyar kir ku di dema Nûrî Malîkî de hêzên mîlîs û 'yên ji rê derketine' zêde bûne û bûne belayê serê gelê mazlûm ê Iraqê.
Di mijara zexta milîsan a li hemberî gelê sivîl de, ku Muqteda El Sadr bal kişand ser wê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) jî got, "Milîsên dilxwaz ên Şîa yên li Iraqê, li herêmên ji DAIŞ'ê hatine paqijkirin, mafê sivîlan binpê dikin. Herî dawî mirinên li Barvana û Miqdadiyeyê derketin holê, tên lêkolînkirin."