Rojnamevanên Kurd ên li Ewrûpayê bi rêxistin dibin

Rojnamevanên Kurd ên li Ewrûpayê bi rêxistin dibin

Rojnamevanên Kurd ên li Ewrûpayê ji bo rêxistinbûyîneke xurt, li paytexta Belçîka Brukselê hatin cem hev. Di konferansa li Parlamenta Flamanan de pirsgirêkên medya Kurd û rêxistinbûyîna wê hat nîqaşkirin. Tê payîn rojnamevan Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ava bikin.

Di konferansa li Brukselê de tevî Nûçe TV, Stêrk TV, Newroz TV, KNN, ANF, Yenî Ozgur Polîtîka, rojnameya Rûdaw, Radyoya Aştî û Dengê Kurdistanê, gelek medya û rojnamevanên serbixwe amade bûn. Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê endama komîteya amadekar Meral Çîçêk ve hat kirin. Çîçek bibîr xist ku wan beriya niha li bajarê Elmanya Kolnê civînek lidar xistine, di wê civînê de bi avakirina komîteyeke amadekar re konferansa îro lidar dixin û destnîşan kir, ku armanca wan birêxistinbûyîna rojnamevanên Kurd li Ewrûpayê ye.

Li dû axaftina vekirinê parlamentera NVA ya Belçîkayê ya Kurd Zûhal Demîr axaftinek kir. Demîr diyar kir ku hin aliyên hevpar ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û  têkoşîna Flamanên li Belçîkayê hene û bibîr xist, ku demeke dirêj pergala Belçîkayê jî mîna ya Tirkiyê unîter bû. Demîr da xuyakirin ku tevî flamanan li ser gelek civakan axaftina bi Fransî dihat ferzkirin û di enacma têkoşînê de pergala federatîf îro li Belçîkayê serdest e.

Demîr bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û anî ziman ku ew weke NVA piştgiriyê didin pêvajoyê û ewê bibin şopdarên pêvajoyê. Piştî axaftina Demîr dîwana konferansê hat hilbijartin. Di dîwanê de Meral Çîçek, Amed Dîcle û Gunay Aslan cih girtin. Di konferansê de, rojnamevan Gunay Aslan, Necîbe Qeredaxî, Ferda Çetîn û Hesen Qasî nêrînên xwe anîn ziman.
Gunay Aslan di axaftina xwe ya bi sernavê "Li Ewrûpayê Medya Kurd" de bibîr xist, ku paşeroja çapemeniya Kurd a li Ewrûpayê xwe dispêre rojnameya Kurdistanê. Aslan destnîşan kir, ku di sala 1995'an de ji bo Kurdan mîladek hat jiyîn. Aslan got, "Yekemîn televîzyona Kurd MED TV, bi gotina Miqdat Bedirxan a digot, "Bi vê rojnameyê dixwazim nîşan bidim, ku li vê cîhanê gelekî bi navê Kurd heye û welatê vî gelî jî Kurdistan e. Ji bo vê bi cîhanê bidim bihîstin vê rojnameyê derdixînim" dest bi weşanê kir. MED TV di avakirina nasnameya Kurd roleke mezin lîst. Bi MED TV re pêvajoyeke nû destpê kir. 4 salan weşana xwe dewam kir, lê li êrişa dewleta Tirk, welatên Ewrûpî û NATO'yê rast hat. Dûre Medya TV, ROJ TV, Nûçe TV, Stêrk TV, Ronahî TV, Newroz TV dest bi weşanê kirin. Hemû qenalên din ên televîzyonê jî, di rêya MED TV jê re vekir de, meşiyan."

Rojnamevan Necîbe Qeredaxî jî di axaftina xwe ya bi mijara "Medya û Jin" de bal kişand ser girîngiya vê pêvajoya dîrokî. Qeredaxî got, "Konferansa me di demeke dîrokî de pêk tê. Emê rewşa jinê di zimanê çapemeniyê de binirxînin. Di çapemeniyê de rola rojnamevanên jin gelekî girîng e. Di her saziyan de jin hene, girîng e jin xwe bi rêxistin bikin. Zimanê jinê zimanê aştiyê ye zimanê demokrasiyê ye, li dijî deshilatdariyê zimanê têkoşînê ye. Divê di saziyên çapemeniyê yên Kurd de ev ziman serdest bibe."

Rojnamevan Ferda Çetîn jî di axaftina xwe ya bi mijara "Rol û girîngiya kevneşopiya çapemeniya azad" de got, "Armanca yekane ya çapemeniya azad, rastî û agahiyan bigihîne civakê ye. Di vê nuqteyê de, rojnamevantî xizmeta ji bo feqîran, kedkaran û bindestan e. Gotinên "çapemeniya bê alî" di jiyana heyî de cihê xwe nîne. Ji bo mirov behsa bêalîtiyê bikin divê beriya her tiştî bê huqûqî, neheqî, bêedaletî, zordestî û dijwariya deshilatdariya mêr ji holê rabin. Eger em rojekê di jiyaneke wekhev, azadperestiya zayendî û azad de bijîn, hingî pêwistî bi alîgiriyê namîne."

Hesen Qazî jî bi mijara "ziman" axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya ziman di jiyana mirovan de. Qazî got, "Di MED TV û televîzyonên piştî wê de hemû zaravayên Kurdî hat bikaranîn. Kurmancî, Soranî, Dimilî, H ewramî, Feylî, Kelhûrî hatin bikar anîn. Bi hemû zaravayan bername tên çêkirin. Girînge hemû zarava li ser bingeha wekheviyê were bikaranîn."

Di konferansê de peyamên Gerînendeyên Giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Huseyîn Akyol hat xwendin. Her weha rojnamevan Medenî Ferho jî ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî beşdar bibe, peyam şand.

Li dû axaftin û peyaman, rojev hat diyar kirin.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser hebûna rojnamevanên kurd li gelemperiya Ewrûpayê û girîngiya rêxistinbûyîna wan hat destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de tê payîn Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bê avakirin.