Rojhat Ozdel ji aliyê 10 hezaran ve hate rêwîkirin

Rojhat Ozdel ji aliyê 10 hezaran ve hate rêwîkirin

Cenazeyê Rojhat Ozdel ê ku li navçeya Gevera Colemêrgê ji aliyê polîsên Tirk ve hate qetilkirin ji aliyê 10 hezaran kesî ve hate birêkirin. Hevserokê DBP’ya Colemêrgê Mûsa Çîftçî di merasîmê de axivî û got: “Serokwezîr Davutoglu fermana vê konseptê daye, walî û qeymeqam jî van fermanan pêk tînin.”

Polîsên Tirk 6-7’ê Kanûna 2013 li navçeya Gevera Colemêrgê kesên bi navê M. Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bermal Tokçu qetil kirin. Di merasîma bîranînê ya ku duh pêk hat de, polîsên Tirk careke din xwîn rijandin û ciwanê bi navê Rojhat Ozdel qetil kirin. Piştî cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergirtin, anîn Geverê û li ber pira Şakîtan ji aliyê sedan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin.

Karwanê qelebalix ku di du şerîdên cadeyê de hatin Goristana Bajêrgeh. Karwan li vê derê ji aliyê deh hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Di merasîmê de dirûşmên “Heval Rojhilat Nemir e”, “PKK Tolhildan”, “Walî îstîfa” qîriyan. Parlamenterên HDP’ê yên Colemêrgê Adil Zozanî û Esat Canan, rêveberên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyê, hevşaredarên bajar û navçeyên herêmê, û gelek nûnerên saziyên sivîl tevlî çalakiyê bûn.

Cenazeyê Ozden ku bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin, li kêleka Reşît û Veysel Îşbîlîr hate veşartin. Di merasîmê de Hevserokê DBP’ya Colemêrgê Musa Çîftçî axivî û sersaxî ji malbatê re xwest. Çîtçî got: “Rojhilat 100 metre li dûrî mala xwe ji aliyê hevkarên DAIŞ’ê ve hate qetilkirin. Li Kobanê DAIŞ, li Bakur jî zarokên me yên 17 salî têne kuştin. Ev bûyer jî weke bûyera li Şemzînan li hemberî gelê me hatiye amadekirin.  Serokwezîr Davutoglu fermana vê konseptê daye, walî û qeymeqam jî van fermanan pêk tînin.”

Piştre Parlamenterê HDP’ê Adil Zozanî axivî diyar kir ku derfet hebû ku Rojhilat bi saxî bigirin, lê ew kuştine. Zozanî da zanîn ku divê hebûna dewletê ya li Gever û Colemêrgê bê lêpirsînkirin û got: “Serokwezîr Davutoglu çiqas bixwaze bila behsa rêkûpêkiya gelemperiyê bike. Ne em rêkûpêkiya gelemperiyê xera dikin, Rojhatê 17 salî xera nekir. Ya xera dike dewlet bi xwe ye.  Zozanî bang li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir ku têkildarî bûyerê lêpirsîn bide destpêkirin.

Li ser navê Ozdel mamê wî Abdulhaluk Ozdel axivî û spasiya kesên tevlî merasimê bûne kir û got: “Şehîd ne şehîdê me tenê ye, şehîdê Kobanê, Kurdistan û Geverê ye. Heval Rojhat nehate kuştin, ew hate înfazkirin. Bi saxî hate girtin û piştre hate înfazkirin. Vê yekê bila her kes bizane.”

Piştî axaftinan girseyê dua kir û ji ser goristanê belav bûn. Li aliyeke din jî ciwanan li ser rêya Îpekyoluyê bend danîn û nasname kontrol dikin.