Rêya herî xetere ya cîhanê ji nû ve vebû

Rêya Qral a li Spanyayê ku weke rêya herî xetere ya cîhanê tê binavkirin, piştî 15 salên girtîmayî, ji nû ve hat vekirin.

Rêya Qral a li Spanyayê ku weke rêya herî xetere ya cîhanê tê binavkirin, piştî 15 salên girtîmayî, ji nû ve hat vekirin.

Li "El Caminito del Rey" yan jî Rêya Qral, di navbera salên 1999 û 2000'î de 5 meşvanan jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê Rêya Qral hat girtin.

Rêya Qral li geliyê El Chorro yê herema Malaga ya li başûrê Spanyayê ye. Ev rêya bi sê kîlometreyan dirêj e, weke rêya herî xetere ya cîhanê tê dîtin.

Li gorî rojnameya Îngilîz Daily Mail, Rêya Qral piştî 15 salan ji nû ve vebû. Lê belê li qirax rê bend hatin bicihkirin û bi vî rengî hinekî din hat ewlekirin.

Xebatên nûkirina rê, bi 2,8 mîlyon Euroyî hat kirin. Hikûmeta herêma xweser a Endulus û hikûmeta herêmî ya Malaga, heqê vî karî dan.

Meşvanên ku dixwazin vê rê bikar bînin, ji bo parastina serê xwe pêwîstiya wan wê bi kask hebe. Rêya Qral wê orîjînalîteya xwe biparêze û ji niha û pê ve jî bibe cihekî sportvanan.

Ev rê di destpêka sedsala 20'an de hat çêkirin. 10 metre li jorê çemê Guadalhorce ye.