Rêya bi 900 hezar TL'yan di 2 salan de hilweşiya
Rêya bi 900 hezar TL'yan di 2 salan de hilweşiya
Rêya bi 900 hezar TL'yan di 2 salan de hilweşiya
Ji bo rêyên gundê Qozlice ya wanê 900 hezar TL hat mezaxtin. Lê piştî çêkirina rê di nava 2 salan de rê dîsa xirab bû. Endamê Meclisa Giştî ya Bajarê Wanê Oner Yîgît diyarkir ku, berpirsyarê vê yekê Waliyê Wanê ye. Keyayê gund Bahattin Borizan jî anî ziman ku, li ber çavên wan dizî hat kirin û xwest rêya wan ji nû ve bê çêkirin.
10 kîlometre rêya gundê Qozlice yê ku 30 km dûrî Wanê ye nifûsa wê 600 kese, 2 sal berê bi 900 hezar TL hat çêkirin. Rêya gund ku 2 sal berê hat çêkirin niha tev xirab bû û welatî dîsa bê rê man. Endamê Meclisa Giştî ya Bajarê Wanê Oner Yîgît, welatiyên gund ziyaret kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir.
Piştî Yîgît li gund lêkolîn kir û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kir agahî da. Yigît diyar kir ku, di sala 2011'an de bi biryara Meclisa Bajêr rêya gundê Qozlicê bi 900 tl hat çêkirin. Dema mutahidan çêkir heta 1'ê Gulana 2013'an garantiya rê dan. Lê hêj 2 salên rê neqediya rê tev xirab bû. Fîrmaya ku ket îhaleyê temînata 45 hezar 900 TL. pere da. "
Yîgît destnîşan kir ku, wan biryar daye, lê piştî biryar dan û şûnde divê venêrîn ji aliyê walîtiyê ve bê kirin. Venêrîna rêyan de di bin kontrola me de ye. Divê ji nû ve ev rêya gund bê çêkirin. Rêya 30 gundan di vir re derbas dibe. Me di dema wê de hişyarî kir. Lê kesî li hişyariyê guhdar nekir. Heta niha gelek rêyên ku vê fîrmayê çêkirine hilweşiya ne. "
Keyayê gund Bahattin Borizan jî anî ziman ku, rayedarên fîrmayê li ber çavên wan dizî kirin û di nava 2 salan de rê xera bû. Borizan anî ziman ku wan bi rayedaran re hevdîtin kir, lê tu encam bi dest nexistin.