'Rewşa Tirkiye ya mayinên bejayî pir xerab e'
'Rewşa Tirkiye ya mayinên bejayî pir xerab e'
'Rewşa Tirkiye ya mayinên bejayî pir xerab e'
Koordînatorê Hewldana Tirkiyeyek Bê Mayîn Muteber Ogreten, diyar kir ku di sala 2014'an de li Tirkiyeyê 19 kes bi mayînên bejayî birîndar bûn û gelekan jiyana xwe ji dest dan. Ogreten, da zanîn ku rewşa Tirkiyê ya mayinên bejayî pir xerab e
Rêxistina Şopandina Mayinên Bejayî, rapora mayinên bejayî ya Cihan û Tirkiyeyê ya 2014'an li Otela Taksim Hillê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Di civînê de Hewldana Tirkiyeya Bê Mayîn Odeya Tabiban a Stenbolê, Odeya Astengdarên Tirkiyeyê, Odeya Endezyarên Çandiniyê Vakfa Piştevaniya Civakî û MAZLUMDER'ê ya Stenbolê amade bûn. Rapor ji sernavên "Daneyên mazin" û "Rapora Tirkiyeyê" pêk hat. Koordînatorê Hewldana Tirkiyeyek Bê Mayîn Muteber Ogreten, daxuyanî da. Ogreten, anî ziman ku di sala 2014'an de li Tirkiyeyê 19 kes bi mayînên bejayî birîndar bûn û gelekan jiyana xwe ji dest dan. Ogreten, da zanîn ku rewşa Tirkiyê ya mayinên bejayî pir xerab e.
Ogreten, anî ziman ku di sala 2014'an de Umman jî tevlî Peymanê zêdebûn û hêjmara welatên ku peyman îmzekirin gihişt 162'an. Ogreten, anî ziman ku îsal li herêma Suriye, Myanmarê û herêma Karabag a Çiya, Afganistan, Klombiya, Libya, Pakistan, Yemen û Suriye mayinên destan hatine bikar anîn.
Ogreten, da zanîn ku welatên peyman îmze kirine 48 milyon mayinên antipersonel îmha kirine, lê hêj 10 milyon antipersonel hêj nehatine îmhakirin. Ogreten, destnîşan kir ku welatên Belarus, Yunanistan û Ukrayna peyman îhlal kiriye wiha got: "Ji hezirana 2014'an de li Çînê 105 milyon, li DYA'ê 3 milyon mayin hene. Di cîhanê de 11 welat mayinên antîpersonelan çêdikin. Çîn, Kuba, Hindistan, Îran, Myanmar, Kuzey Kore, Pakîstan, Rusya, Sîngapur, Guney Kore û Vietnam di nava van welatan de cih digirin.
Ogreten, da zanîn ku di sala 2013'an de ji sedî 79 kesên jiyana xwe ji dest dan welatiyên sivîl, ji sedî 46 kesên wan zarok û ji sedî 12 kesên wan jî jin bûn. Li gorî sala 2012'an hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji sedî 9 zêde bûye.
Ogreten, anî ziman ku li gorî rapora Tirkiyê ya Adara 2013'an bi qasî 215 kilometrekar bi tevahî 3 hezar û 520 zeviyên bi mayîn hene. Ogreten, da zanîn ji bilî vê yekê qada 2.6 kilometrekare ku ji 704 zeviyên bi mayin pêk tê heye.
Ogreten, anî ziman ku li gorî peymana 2013'an Tirkiyê xwest ku qata bi mayîn heta sala 2022'an bê paqijkirin û ji bo bikaranîn van zeviyan hêj serî li tu deveran nedaye û wiha got: "Li gorî rapora 2013'an ji ber mayiyan li Tirkiyeyê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. 15 kes jî birîndar bûn. Li gorî rapora 11 mehên 2014'an jî 19 kes birîndar bûne û gelek ji wan jiyana xwe ji dest dane. Di 2 mehên dawî de 2 zarokên ji Kobanê hatin Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Dîsa 9 welatiyên Sûrî jiyana xwe ji dest dan.