Resûl: Ne raste ku Rêber Apo li girtîgehê bê girtin
Resûl: Ne raste ku Rêber Apo li girtîgehê bê girtin
Resûl: Ne raste ku Rêber Apo li girtîgehê bê girtin
Kampanya îmzeyan ya li Başûrê Kurdistanê ji bo ‘azadiya’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin Alîkarê Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Kosret Resûl jî tevlî bû. Resûl got: “Ne raste ku kesek wek Rêber Apo di girtîgehê de be. Pêwîste dewleta Tirk demil dest wî serbest berde.”
Kampanya îmzeyan ya li Başûrê Kurdistanê ji bo ‘azadiya’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi armanca komkirina milyonek îmze destpêkir, Alîkarê Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yeketiya Niştîmanî Kurdistanê Kosret Resûl jî tevlî bû.
Heyeta ku ji endamên Înîsiyatîfa Kampanya Ji Ocalan re Azadî Kawa Nadir Nadir, Elî Mehmûd û Serdar Star pêktê serdana mala Resûl kirin, Resûl jî ji ber sedana wan sipasiya xwe pêşkêş kir. Resûl ku ji ber xebatên wan serkeftin ji wan re xwest, got: “Ev sedsal sedsala biratî û aştiyê ye. Ne sedsala girtina mirovan û avêtina girtîgehane. Ne raste ku yekê weke Rêber Apo niha li girtîgehê be. Pêwîste dewleta Tirk demil dest wî serbest berde. Rêber Apo kesayeteke ku ji aliyê milyonan kesan ve weke rêber hatiye qebûlkirine. Ji bo wî ne milyonek dê deh milyon îmze bêne komkirin.”