Rejimê li gundê Girhokê komên çekdar bombebaran kirin

Rejimê li gundê Girhokê komên çekdar bombebaran kirin

Li herêma Tilkoçer ya girêdayî bajarê Dêrikê balefirên rejimê derdaora gundê Girhokê bombebaran kirin.

Duh li derdora seet di 15:00’an de balefirên rejimê hin deverên ku Tabûrên Cebhet Elnesre û Xureba Elşam lê bi cih bibûn bombebaran kirin. Balefirên rejimê herêma derdorê gundê Girhokê ku 20km Rojavayê Tilkoçerê ye, çend deverên ku komên çekdar lê bi cih bibûn bombebaran kirin, hejmara kuştiyan hîn diyar nebûye.

Tabûra Xureba Elşam li Girhokê dest danîne ser bîreke petrolê û Bermîlên neftê bi buhayê 6 hezar lîre difroşin bazirganên herêmê, Cebhet Elnesra jî li nêzî gundê Girhokê dest daniye ser bîreke petrolê.