Reforma NSA bi sînor bike li astengiya Senatoyê aliqî

Reforma li dijî stokkirina agahiyên şexsî yên welatiyên DYA ji aliyê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) ve, li astengiya Senatoyê aliqî.

Reforma li dijî stokkirina agahiyên şexsî yên welatiyên DYA ji aliyê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) ve, li astengiya Senatoyê aliqî.

Di dengdayîna li Senatoyê de ku pêkhateya Kongreya DYA ye, ji bo bi sînorkirina erkên NSA'yê, hejmara dengê têrker nehat bidestxistin. Reforma ku diviyabû 60 senatorî erê bikira, bi vî rengî nehat qebûlkirin.

Reforma ku hem ji aliyê Serokê DYA Barack Obama, hem jî ji aliyê Demokrat û Komargeran ve diha destekkirin, li Meclîsa Nûneran di 13'ê Gulanê de hatibû qebûlkirin. Reforma li ser bisînorkirina erkên NSA'yê, wê pêşî li berhevkirina agahiyên welatiyên Amerîkayê bigirta.

Piştî êrîşên 11'ê Îlona 2001'ê, agahî û adneyên berfireh ên welatiyên DYA, tevî ku ne 'gumanbarên terorê' bin jî ji aliyê NSA ve dihat stokkirin. Ev pêkanîna ku ji sala 2006'an û vir ve di bin çavdêriya dadgeriyê ve dewam dike, di sala 2013'an de ji Aliyê Edward Snowden ve ji raya giştî ya cîhanê re hatibû ragihandin.