Rapora Komîsyona Şopandinê: Divê hukûmet gavê biavêje
Rapora Komîsyona Şopandinê: Divê hukûmet gavê biavêje
Rapora Komîsyona Şopandinê: Divê hukûmet gavê biavêje
Komîsyona Şopandinê ya Wanê ku ji bo şopandina vekişîna gerîlayên HPG'ê beriya 3 mehan dest bi kar kir, rapora xwe ya li ser xebatên xwe eşkere kir. Di raporê de bal hat kişandin ser zêdekirina hejmara cerdevanan û hat xwestin, ku li gel bi dawîkirina xebatên çêkirina qereqolan, hukûmet gavên erênî biavêje.
Komîsyona Şopandinê ya Wanê ku ji bo şopandina vekişîna gerîlayên HPG'ê beriya 3 mehan dest bi kar kir, rapora xwe ya li ser xebatên xwe eşkere kir. Rapor li avahiya Egîtîm-Sen şaxê Wanê bi civîneke çapemeniyê ya beşdariya nûnerên 20 rêxistinên civakî yên sivîl hat eşkerekirin. Berdevkê Komîsyonê Yilmaz Berkî daxuyanî da û diyar kir ku wan li hemû navçeyên Wanê lêkolînkirine û li gundê Şamisinê dîtine ku li cihê qereqola hatiye terikandin, qereqoleke nû tê çêkirin.
Berkî da xuyakirin ku wan bi gelek gundiyan re jî hevdîtin kirine û got, "Di serdanên me yên li gundên Karanîş, KanîspÎ de gundiyan ji wan re ragihandine ku gava wan doza kar li rayedarên dewletê kirin, qeymeqam, muftî û mudurê perwerdeya milî ya navçeyê ji wan re cerdevanî pêşniyar kirine."
Berkî ji bo revêçûna pêvajoya çareserî û aştiyê ev pêşniyarên Komîsyona Şopandinê rêz kir: