Qetilkirina Ozdel hat şermezarkirin

Qetilkirina Ozdel hat şermezarkirin

Qetilkirina Rojhat Ozdel bi guleya dewletê hat şermezarkirin. Di meşê de hat ragihandin ku wêrê nedin operasyonên qirkirina siyasî.

Hevserokên Rêxistina DBP û HDP’ê yê Midyadê, endamên Komeleya Suryaniyan, Komeleya Mehalmiyan û tevgera jinan ku li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bûn, qetilkirina Rojhat Ozdel bi guleya dewletê şermezar kirin. Welatiyan pankarta, “Em ê rê nedin komkujî û opersyonên AKP’ê” vekirin, bi tilîliyan û dirûşmên, “Bijî berxwedana Kobanê", "Şehîd namirin’’, Bijî serhildana Kobanê"  heta Parka Aştiyê meşiyan.

Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Midyadê Bîrgul Toprak, diyar kir ku zîhniyeta Rojhat Ozdel qetil kiriye şermezar dikin û piştî serhildanên bi berxwedana Kobanê re derketin holê opersyonên qirkirina siyasî bilez bûne.