Qedexeya plastîkan a li Ewropayê sala 2021'ê dest pê dike
Tê gotin, biryara Yekîtiya Ewropayê ya ku berhemên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn qedexe dike, wê ji sala 2021'ê û pê ve bikeve meriyetê.
Tê gotin, biryara Yekîtiya Ewropayê ya ku berhemên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn qedexe dike, wê ji sala 2021'ê û pê ve bikeve meriyetê.
Ji bo pêşî li çopa bi milyonan ton plastîk a li okyanûsan were girtin, Yekîtiya Ewropayê beriya niha biryar girtibû ku gelek ji berhemên plastîk bên qedexekirin. Tê texmînkirin ku ev qedexe sala 2021'ê bikeve meriyetê.
Nûnerên Komîsyona Yekîtiya Ewropa û Parlamenta Ewropayê li Brukselê li hev civiyan û li hev kirin ku 10 berhemên plastîk ên tenê carekê tên bikaranîn werin qedexekirin.
Di vê çarçoveyê de, ji çetel-kevçî û darikê paqijkirina guhan heta bi tasikên plastîk, gelek berhemên plastîk ên tenê carekê tên bikaranîn, wê sala 2021'ê bên qedexekirin.
Tê gotin, peymana ku di navbera Komîsyona Yekîtiya Eropa û Parlamentê Ewropayê de hatiye amadekirin, wê destpêka sala 2019'an bê pejirandin.
Yekîtiya Ewropa dixwaze, heta sala 2050'î li okyanûsan tenê masî hebin û ji bo vê rmanca xwe piraniya berhemên plastîk ji nû ve vediguherîne û bi kar tîne.
Yek ji armancên Yekîtiya Ewropayê ew e ku heta sala 2029'an 90 ji sedî yê şûşeyên plastîk ji nû ve veguherîne.
Li gorî rapora Parlamenta Ewropayê, zêdeyî nîvê çopa plastîk a li okyanûsan ji plastîkên tenê carekê tên bikaranîn, pêk tê. Bi saya qedexekirina van berheman, di nava 12 salan de wê maliyeta madî ya têkoşîna li dijî vê qirêjiyê jî kêm bibe.
Di nava welatên Yekîtiya Ewropayê de yên ku herî kêm nîvê çopên plastîk vediguherînin; Lîtvanya, Hollanda, Bûlgarîstan, Slovenya, Slovakya û Swêd in.
Li Yewnanîstan û Romanyayê ev rêje hema bêjin nêzî sifirê ye. Tê gotin, bi qedexekirina bikaranîna berhemên plastîk re wê pêşî li belavkirina bi milyonan ton gaza karbondîoksîtê wern girtin.