Qamişloyî ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Qamişloyî ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li bajarê Qamişlo bi hezaran kes, di bi navê Îna ᾿̓Azadî ji bo Ocalan û Aştî ji bo Kurdistanê᾿̓ meşiyan.

Welatiyî li ber mizgifta Qasimo ya li Taxa Xerbî hatin cem hev. Welatiyên Qamişlo siloganên dilsoziya bi Ocalan re qîr kirin, posterên Ocalan, alên TEV-DEM᾿ê û YPG᾿ê vekirin.

Meşvanên ku bê navber silogan diqîriyan heta bazara Hitîn ku mêza berhevkirina îmzeyan lê hebû meşiyan û li vir axaftin hatin kirin. Seroka Meclisa Gel a Qamişlo Remziya Mihemed axivî û bal kişand ser kampanya îmzeya ku ji bo azadiya Ocalan hatiye destpê kirin û got, azadiya Ocalan azadiya hemû Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye.

Mihemed destnîşan kir ku, dengvedana kampanya azadiya Ocalan dê li cîhanê belav bibe. Piştre li parêznameya Ocalan a bi deng hate guhdar kiririn. Piştre Koma Botan stran û kovend pêşkêş kirin û girse coşandin.