PYD: Girtina deriyê sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê siyasî ye
PYD: Girtina deriyê sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê siyasî ye
PYD: Girtina deriyê sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê siyasî ye
Hate ragihandin ku, girtina deriyê sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê siyasiye ne teknîkiye. Berpirsê PYD’ê yê Hewlêrê Dr. Cehfer anî ziman ku, ji 74 kesên ji aliyê hêzên asayîşa Rojava ve hatine binçavkirin, 20 ji wana piştî lêpirsînê serbest hatine berdan.
Beriya çend rojan kesên ku li Başûrê Kurdistanê di bin perwerdeyek leşkerî re hatin derbazkirin û ji bo veguhezin Rojavayê Kurdistanê, di rêyên nefermî re hewildan bikevin Rojavayê Kurdistanê. Di encama vê de hêzên asayîşê 74 kes binçavkiribûn. Ji ber vê sedemê deriyê sînor yê Başûr-Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Hikumeta Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê ve hatibû girtin. Hatibû îdiakirin ku, deriyê sînor ji ber sedemên teknîkî hatiye girtin, lê derket holê ku sedem siyasiye.
Berpirsê PYD’ê yê Hewlêrê Dr. Cehfer di derbarê binçavkirina 74 kesan ji aliyê hêzên asayîşa Rojava û girtina deriyê sînor Başûr-Rojavayê Kurdistanê agahî dan ANF’ê. Dr. Cehfer da diyarkirin ku, “Çend kesên li Başûrê Kurdistanê di bin perwerdeya leşkerî re hatine derbazkirin û ji bo wan veguhezin Rojava hewil dane di riyên ne fermî re derbaz bikin. Di encama vê hewildanê de 74 kes ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine binçavkirin û lêpirsîn kirin.”
Dr. Cehfer destnîşan kir ku, “Di encama vê lêpirsînê de 20 kes hatin berdan û lêpirsîna kesên din jî didome. Dibe ku piştî lêpirsîna wan xilas bibe ew jî bên berdan lê belê ew tişteke ku hêzên asayîşê dizanin.”
Dr. Cehfer di derbarê girtina deriyê sînor de jî anî ziman ku, “Deriyê sînor ne ji ber pirsgirêkek teknîkî, ji ber sedemên siyasî hatiye girtin. Pirsgirêka binçavkirina 74 kesan çareser nebe dibe ku derî girtî bimînin.” Berpirsê PYD’ê yê Hewlêrê Dr. Cehfer destnîşan kir ku, ji bo ev mesele bê derbazkirin hevdîtin û civînên me berdewam dikin. Dr. Cehfer girtina deriyê sînor weke bersiv dana binçavkirina 74 kesan nirxand.